“Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qet ranewestiya”

Endama Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê Soraya Mahmouditabar diyar kir ku serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” qet ranewestiya, ev serhildana niha li Rojhilatê Kurdistan-Îranê berdewamiya wê ye û dê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku jinan da destpêkirin, bibe dawiya hikumeta Îranê.

 “Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qet ranewestiya”
7 ÇILE, 2026   10:11
QAMIŞLO
BERÎTAN ÎRLAN

Ev 10 roje gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî zilma rejîma îslamî ya Îranê û rewşa xirab a jiyanî li ser piyan e. Gel û jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di nava 47 salên desthilata komara îslamî de, ji bo demokrasiyê û mafên xwe hertim di nava têkoşîn de bûn. Herî dawî hêrsa jinan veguherî serhildana “Jin, Jiyan, Azadî”, pêşengiya civakê kir û li cîhanê deng veda. Dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bû dengê tevahî jinên cîhanê. 

Di 28’ê Kanûna 2025’an de pêlek din a vê serhildanê derkete pêş û li tevahî Îranê belav bû. Endama Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê Soraya Mahmouditabar bal kişand ser têkoşîna dîrokî ya jin û gelên Îran-Rojhilatê Kurdistanê û wiha got: “Ev têkoşîn û şoreşa ku em niha li Îran-Rojhilatê Kurdistanê dibînin, ne ya demek kurt e. Di dîroka me de hertim têkoşînê berdewam kiriye. Li herçar parçeyên Kurdistanê ji hertim di nava têkoşînê de bûn.”

Soraya Mahmouditabar dibêje rejîma îslamî ya Îranê hertim zext û zordarî li gelê Kurd kiriye, bi guleyan bersiva daxwazên gel daye. Soraya bal kişand ser êrişên rejîmê yên li Rojhilatê Kurdistanê û wiha berdewam kir: “Raste ev serhildan li Tehranê dest pê kir, rejîm bi awayekî tund êrişî Kurdistanê dike. Rojane 4-5 Kurdan şehîd dike. Li gel vê jî serhildan didome”.

Soraya diyar kir ku ev serhildan berdewamiya serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ye û wiha axivî: “Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bangek bû û qet ranewestiya, nîşan da ku jin navenda şoreşê ye. Jinên Kurd nîşanî tevahî jinên Îranê da ku jin dikare hafizeyek dîrokî ava bike, dikare hêzek mezin ava bike. Me di dîrokê de ispat kir ku nabe jin bêdeng be. Me got heta jin azad nebe, tu welat azad nabe. Êdî navê jinên Rojhilat di nava dîrokê de bi rêzdarî tê nivîsîn. Dê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku jinan da destpêkirin, bibe dawiya hikumeta Îranê”.

ANHA