Ji ber êrişên komên çete Nexweşxaneya Osman a Helebê ji xizmetê derket

Komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hêzên hikumeta demkî de rasterast Nexweşxaneya Osman a li taxa Eşrefiyê ya Helebê topbaran kir, di encamê de nexweşxane ji xizmetê derket.

Ji ber êrişên komên çete Nexweşxaneya Osman a Helebê ji xizmetê derket
7 ÇILE, 2026   10:13
HELEB

Nûçegihanê me ji Helebê diyar kir ku di encama topbarana li dijî Nexweşxaneya Osman a li taxa Eşrefiyê ya Helebê de ji hêla komên çete yên Emşat, Hemzat, Sultan Murad û Nûredîn Zengî yên dewleta Tirk a dagirker ên di nava hêzên hikumeta demkî de, nexweşxane ji xizmetê derket.

Komên çete bi awayekî sîstematîk binesaziyên taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd topbaran dikin.

Topbaran û êrişên bêserûber ên li dijî taxên navborî dewam dikin.

(fr)