Yekitiya Ermenî êrişên li ser Heleb û Bendava Tişrînê şermezar kirin

Partiya Yekitiya Ermenî êrişên komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hikumeta demkî de li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê û Bendava Tişrînê şermezar kirin û bi sûcê dermirovî wesif kir.

Yekitiya Ermenî êrişên li ser Heleb û Bendava Tişrînê şermezar kirin
7 ÇILE, 2026   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Ermenî bi daxuyaniyekê êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Benî Zêd û Bendava Tişrînê ji aliyê komên çeteyên Emşat, Hemzat, Sultan Murad û Nûredîn Zengî ve yên ku dewleta Tirk a dagirker ew perwerde kirine û di nava hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ne, şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de Partiya Yekitiya Ermenî bi tundî êrişên li dijî taxên Helebê û Bendava Tişrînê ku di encamê de welatî şehîd û birîndar bûn, şermezar kirin û diyar kir ku ev sûcên dermirovî ne û li dijî nirxên exlaqî û qanûnên navneteweyî ne.

Partiya Yekitiya Ermenî di daxuyaniya xwe de dibêje pêwîst hikumeta demkî van xalan pêk bîne:

Tedbîrên rawestandina van êrişan û dubarenbûna wan werin girtin.

Xebitîna li ser xurtkirina baweriyê bi rêya naskirina tevahî pêkhateyên Sûriyeyê û misogeriya mafên wan ên rewa di çarçoveya yek-dewlet û serweriya wê de.

Pabendbûna bi rêveçûna siyasî ya berfireh ku berjewendiya gelê Sûriyeyê di ser her tiştî re digire.

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her ku aliyên Sûriyeyê ji lihevkirinekê bo çareseriyê krîzê nêz dibin destwerdanên derve yên bi armanca astengkirina vê rêveçûnê çêdibin û hewl didin peymana 10ˊê Adarê têk bibin. Partiyê da zanîn ku berdewama xwînrijandina Sûriyeyê dikeve xizmetî projeyên derve weka dewleta Tirk.

Di dawiyê de partiyê bang li tevahî aliyên Sûriyeyê û navneteweyî kir ku pişgiriyê bidin rêveçûna siyasî ya berfireh ku yekitiya welat û mafên tevahî pêkhateyan were parastinê û êşên gelê Sûriyeyê dûrî destwerdanên derve werin bidawîkirin.

(fr)