Şerê Rûsya –Ukrayna: 2 kuştî, 4 birîndar

Di şerê navbera Rûsya û Ukraynayê de 2 kes hatin kuştin û 4 kes birîndar bûn.

Şerê Rûsya –Ukrayna: 2 kuştî, 4 birîndar
21 gulan, 2026   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, rayedarên Rûsyayê îro ragihandin ku di êrişeke bi droneyan a li ser bajarê Syzran li herêma Samara li ser Çemê Volgayê de 2 kes hatine kuştin.

Waliyê herêma Samarayê, Vyacheslav Fedorichev der barê êrişê de agahî li ser Telegramê parve kirin û piştrast kir ku di êrişekê de 2 kes hatin kuştin.

Li bajarê Syzranê ku bi qasî hezar kîlometreyan dûrî sînorê Ukraynayê ye parzûngeheke mezin a petrolê heye.

 Her wiha hate ragihandin ku di êrişeke bi dronan a li ser bajarokê Shepikino ya girêdayî herêma Belgorodê ya li ser sînorê Ukraynayê de 3 kes birîndar bûne.

Berpirsên Kîevê jî dane zanîn ku di encama êrişên Rûsyayê yên şevê de li bajarê Dnipro yê başûrê rojhilatê Ukraynayê kesek birîndar bûye.

(bb)