Rejîma Îranê du ciwanên Kurd bi darve kirin

Hat ragihandin ku rejîmê du girtiyên siyasî yên Kurd li Mehabadê bi darve kirin.

Rejîma Îranê du ciwanên Kurd bi darve kirin
21 gulan, 2026   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Mîzanî ya ser bi desthilata dadweriya Îranê eşkere kir ku vê sibehê li girtîgeha Mehabadê du girtiyên bi navên Ramîn Zele û Kerîm Merufpur hatin bi darvekirin.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku her girtî bi tometa ‘hevkariya bi partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê’ hatine bi darvekirin.

Hêjayî gotinê ye Ramîn Zele xelkê navçeya Nexede ya ser bi parêzgeha Urmiyeyê ye. Di sala 2023’yan de ji aliyê hêzên rejîmê ve bêy destura yasayî hatibû binçavkirin. Di sala 2024’an de bi dadgehkirinek ne dadperweran de ku bêy parêzer têde amade bin, di nava çend deqeyek de hat dadgehkirin. Şaxa Yek ya Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê bi tometa ‘serhildan û endamtiya yek ji partiyên Kurdî yên li dijî desthilatê’ cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.

Her wiha Kerîm Merufpur jî xelkê Nexede, di sala 2021’an de li bajarê Serdeşt hatibû binçavkirin. Demek dirêj winda mabû û agahî jê nedihat girtin. Piştre dibin êşkenceyek giran de îfadeyên wî hatin girtin û bi heman tometa Ramîn Zele, cezayê darvekirinê lê hat birîn.