Di rojnameyan de agirbesta Lubnanê û dosyaya Îranê

Bandorên şerê Îsraîl-DYA û Îranê, siberoja Îranê, her wiha agirbesta li Lubnanê û bandorên rageşiyê li ser hevsengiyên li Rojhilata Navîn di medyaya erebî de hatin rojevkirin.

Di rojnameyan de agirbesta Lubnanê û dosyaya Îranê
21 gulan, 2026   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojrnameyên erebî di rojevên xwe yên îro de agirbesta li Lubnanê û siberoja Îranê piştî derbeyên Amerîka û Îsrîalê nirxandin.

'AGIRBESTEK JI ŞER XIRABTIR'

Rojnameya Şerq El Ewsat agirbesta li başûrê Lubnanê hatiye ragihandin wekî ''şêweyek din ji şêweyên şerê dijmin'' bi nav kir û diyar kir ku ji agirbestê kêmtir xapînok û xerab e.

Hate gotin, tevî agirbestê topbaran, wêran û qurbanî didomin û ev agahî hatin parvekirin ku li gundên başûr wêraniyeke berfireh û kiryarên koçberkirinê dewam dikin. Rojnameyê ji garantîrkirina agirbestê û rawestandina binpêkirinên Îsraîlê jî rola Neteweyên Yekbûyî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pirsî.

'ÎRAN BIRÎNDAR E… LÊ SAX E'

Rojnameya El Ereb li ser siberoja Îranê piştî şerê dawî nivîs û û diyar kir ku êrişên Amerîka-Îsraîlê zirareke mezin dane binesaziya leşkerî û nukleerî ya Îranê, lê rejîm nehilweşandine.

Li gorî rojnameyê, Tehran tevî windahiyên mezin ku di aliyê serokatiya Pasdarên Şoreşê û binesaziya aborî de dane jî, lê hîn jî beşek ji hêza xwe ya nukleerî û mûşekî diparêze. Hate gotin, şer hevsengiya hêzê li Rojhilata Navîn ji nû ve şekil daye û ev yek welatên Kendavê neçar kiriye ku pergala xwe yên ewlehiya herêmî ji nû ve binirxînin û hevkariyên xwe yên navneteweyî cûr bi cûr bike.

Her wiha hate diyarkirin ku Washington tevî hewldanên kêmkirina beşdariya xwe ya leşkerî xwe di herêmê de tevlihev dibîne.

Rojnameyê der barê Îsraîlê de destnîşan kir ku her çend Îsraîl destkeftiyên leşkerî bi dest xistibe jî, ew bi îzîlasyona siyasî ya zêde û kêmbûna îhtîmalên berfirehkirina pêvajoya normalîzekirina Ereban re rû bi rû ye.

'PÊDIVIYA LUBNANÊ BI ZIMANEKÎ NÛ DI CÎHANEKE NÛ DE HEYE'

Rojnameya Asas Media jî bandora guhertinên herêmî û navneteweyî li ser Lubnanê nirxand. Hate destnîşankirin ku guhertinên herêmî û navneteweyî hewce dike ku Lubnan di mijûlbûna bi Îsraîl û pirsgirêkên herêmî re nêzîkatiyek cûda bigire. Li gorî rojnameyê "xwendina ji pirtûkek kevin" ji ber veguherînên ku piştî şerê Xezayê li Îran, Sûriye û Îsraîlê, êdî bê kêr e.

 Rojnameyê her wiha bal kişand ser vê yekê ku Lubnan ketiye qonaxek nû ku divê pênasekirina pêşîniyên xwe yên siyasî û ewlehiyê ji nû ve binirxîne û ji hevrêziyên berê dûr dikeve. Li gorî heman rojnameyê, hebûna berdewam a çekên Hizbullah yek ji pirsgirêkên mezin li pêşiya dewletê ye.

(bb)