Şerê Rûsya û Ukraynayê: 2 kes birîndar bûn

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wê herî kêm 11 dronên Ukraynayê li ser xaka xwe xistine. Ukrayna jî da zanîn ku Rûsyayê bi moşekan êrişî Kîevê kiriye. Tê gotin ku 2 kes birîndar bûn.

Şerê Rûsya û Ukraynayê: 2 kes birîndar bûn
6 nîsan, 2025   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku pergala wê ya parastina hewayî di saetên şevê de 11 dronên Ukraynayê xistine xwarinê.

Wezaretê daxuyaniyek li ser’Telegeram’ weşand û destnîşan kir ku dron li ser Kursk û Belgorodê yên sînorî û herêma Rostovê ya li başûrê Rûsyayê hatin îmhakirin.

Rayedarên herêma Rostovê anî ziman ku der barê zerarên canî de tu agahî nehatin dayînê, lê agahî hene ku parçeyên dronan li avahiyên rêveberiyê ketine.

Rêveberiya leşkerî ya Kîevê di daxuyaniya xwe ya li ser ’Telegramê’ de got, êriş li ser Kîevê hatiye kirin û daxuyand "Êrişa hewayî bû sedem ku li herêmên Darnitsky û Obolonê şewat derkeve. Tîmenên rizgariyê ber bi cihên hedef hatine girtin ve çûn."

Hate diyarkirin ku şaredarê bajêr Vîtalî Klîçko der barê êrişa li Kîevê de agahî dan û got: " Li paytextê teqîn rû didin. Parastina hewayî bersiv dide. Di sitargehan de bimînin!", "Êrişa bi moşekan a li ser Kîevê dewam dike."

Klîçko da zanîn ku li navçeya Darnitsky (başûrê rojhilat) herî kêm 2 kes birîndar bûne.

Girêdayî mijarê, Fermandeya Operasyonên Hêzên Çekdar ên Polonyayê ragihand ku piştî ku êrişên hewayî yên Rûsyayê yên li ser rojavayê Ukraynayê, balafirên polonî û yên hevalbendên wê ji bo dabînkirina ewlekariya esmanê Polonyayê îro serê sibê rabûn.

(bb)