ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6- 4 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6- 4 – 2025
6 nîsan, 2025   02:00

Şervanên YPJ'ê diyar kir ku bi saya keda Rêber Abdullah Ocalan jin ji her demê bêhtir bûn xwedî hêz û bawerî û YPJ jî bû mîrateya tevgera rizgariya jinan.

Şaredariya Gel a Dêrikê ji ronîkirina bajar heya berfirehekirina herêma pîşesazî û birêxistinkirina taxa Cûdî gelek xebatên xizmeteguzariyê pêk tîne.

Jinên ji kantona Tebqayê hikumeta ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye avakirin rexne kir û got desthilata Şamê bi van nêzîkatiyan despotiyê ji nû ve hildiberîne.

Rezûq El Xebra ji şêniyên gundewarên rojhilatê kantona Dêrezorê ye. Tevî temenê xwe yê 50 salî jî hêza wî ya ked û xebatê kêm nebûye û bi çêkirina sabûnê debara malbata xwe dke.

Navenda Rengîn a li Hesekê ku di 2019’an de hatiye vekirin navenda yekemîn a lênêrîna astengdaran e. Armanca navendê baweriya zarokan were xurtkirin û tev li civakê bibin.

Di hefteya borî de der barê geşedanên siyasî, ewlehî û aborî de guherînên girîng pêk hatin. Îsraîlê êrişên xwe li başûrê Beyrûtê û Sûriyeyê zêde kirin, bi wê re dibe ku deriyê rûbirûbûna bi Hizbullah re were vekirin. Li aliyekî din jî dan û standinên Ukraynayê ber bi Washingtonê ve hatin veguhastin.

Operasyona ewlehiyê ya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin li Kampa Roja ji bo lêgerîna şaneyn çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan di roja 2’yan de didome.

Bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, Kongra Star li hola Navenda Çandê ya Til Hemîsê şahiyekê li dar dixe, (11:00), li bajarê Tirbespiyê civînek li Nivîsgeha PYD’ê li dar dikeve, (11:00), bi diruşma "Ji bo azadiyê dem dema pêşengiyê ye" Yekitiya Jinên Ciwan kampanyayekê li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dide destpêkirin û bi şahiyekê li Parka 4’ê Nîsanê ya Hesekê dest bi kampanyayê dibe, her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê bi hevkariya Nivîsgeha Malbatên Şehîdan a QSD’ê li Navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya Hesekê şahiyekê li dar dixe, (16:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Festîvala 7’an a Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo didome, (15:00). BI WÊNE Û DÎMEN