Rûsyayê 8 dronên Ukraynayê xistine xwarê

Rûsyayê ragihand ku 8 dronên Ukraynayê xistine xwarê û alavên veguhastina leşkerî li Zaporizhiayê bombebaran kirine. Di encamê de bi awayekî qismî kehrebe qut bû û tevgera çûn û hatinê ya trênan li herêma Kirovohrad sekinî.

 Rûsyayê 8 dronên Ukraynayê xistine xwarê
17 îlon, 2025   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku pergalên wan ên parastina hewayî şeva din 8 dronên Ukraynayê li asîmanên Rostov, Bryansk, Voronezh û Kurskê xistine xwarê.

Endamê Meclisa Rêveberiyê ya herêma Zaporizhiayê Vladimir Rogov diyar kir ku hêzên Rûsyayê alavên giran ên leşkerî yên Ukraynayê li hundirê bajêr bombebaran kirine.

Rogov da zanîn ku hêzên Rûsyayê konteynerên barkirinê yên kamûflajkirî, baregeha çaksazkirinê, navenda çêkirina erebeyan ên ku ji bo armancên leşkerî dihatin bikaranîn û depoyek li avahiya werzîşê ya berê bombebaran kirin.

Şaredarê herêma Kirovohrad a Ukraynayê Andriy Raikovich diyar kir ku êrişên Rûsyayê yên bi dronan bûn sedema qutbûna qismî ya kehrebeyê li ser navenda herêmê û 44 avahiyên niştecihbûnê û tevgera çûn û hatinê ya trênan sekinî.

Cîgirê serokwezîra Ukraynayê Oleksiy Kuleba jî diyar kir ku êriş li dijî binesaziya xetên trênê hatine kirin.

(fr)