Şerê li Lubnanê didome; bi hezaran qurbanî û koçber

Di encama şerê li Lubnanê de bi hezaran kes bûn qurbanî û bi deh hezaran jî ji cih û warên xwe bûn. Koçberan diyar kir ku hêviya wan a yekane şer bi dawî bibe.

Şerê li Lubnanê didome; bi hezaran qurbanî û koçber
8 cotmeh, 2024   08:45
BEYRÛT
RANYA UBEYD

Li Lubnanê şerekî dijwar di navbera Hizbullah û Îsraîlê de heye û gel berdêla wê dide. Di demên dawîn de qada şer li herêma başûr û Bîaqê berfireh bû. Di encama şer de bi hezaran sivîl hatin kuştin û bi hezaran jî birîndar bûn.

Her wiha bi hezaran lubnanî ji ber şerê Îsraîl û Hizbullahê ji cih û warê xwe bûn. Hinekan berê xwe da xizmên xwe yên li cihên ewle û hinekên din jî mal kirê kirine û hin din jî li dibistanên dibînin.

Li gorî hikumeta Lubnanê di encama şerê ji 8’ê Cotmeha ve hejmara kuştiyan 2 hezar û hejmara birîndaran jî 9 hezar derbas kir.

Serokê Nivîsgeha Lubnanê ya Rêxistina Koçberiyê ya NY’yê Matthew Luciano diyar kir ku ji 21’ê Îlonê heya 3’yê Cotmehê nêzîkî 235 hezar kes bi rêya bejayî ji sînorê Lubnanê derbasî Sûriyeyê bûne.

Luciano diyar kir ku nêzî 82 hezar lubnanî û 152 hezar sûriyeyî ji Lubnanê koçber bûne.

Li cihên ewle yên Lubnanê nêzî 900 navend hene ku bi sed hezaran koçberên ji ber şer reviyane, lê dimînin.

Bi dijwarî û firehbûna êrişên Îsraîlê yên li ser Lubannê re ku Beyrût jî girtiye nava xwe, desthilata Lubnanê diyar kir ku zehmetiyên dabînkirina pêwîstiyên koçberan dikişîne.

Wezîrê Kar û Barên Civakê ya Hikumeta Demkî ya Lubnanê Hektor Heccar anî ziman derdora 200 hezar koçber li navendên bicihanînê hene, gelek kes li ser rêyan mane û hinek jî li gel xizmên xwe dimînin.

HÊVÎ VEGERA LI WARÊ EWLE YE

Koçberên ku ji ber şer û wêrankirinê xwe spartine navendên ewle, ji ajansa me re diyar kir ku hêviya wan a yekane dawî li şer were û vegerin malên xwe.

Koçberan got dewletên mezin jî berpirsên vî şerî ne û bi bîr xist ku di serî de DYA, desteka leşkerî û siyasî didin Îsraîlê.

(bb)

ANHA