Şerê Îsraîl-Filistînê 75 sal e dewam dike

Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, piştî têkçûyîna împratoriya Osmaniyan Brîtanyayê herêma bi navê Filistînê kontrol kir. Li vê xakê kêmneteweyên Cihû û bi piranî Ereb dijiyan. Lê dema hêzên navneteweyî erka avakirina ′dewleteke netewe′ ya gelê Cihû li Filistînê da Brîtanyayê, nakokiyan dest pê kir. Ji ber ku hem filistîniyên Ereb, hem Cihû Filistînê wekî axa pêşniyên xwe dihesibînin.

Şerê Îsraîl-Filistînê 75 sal e dewam dike
22 cotmeh 2023   10:28
BEYRÛT
ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Sala 1947′an NY′yê li ser biryara parçekirina Filistinî bo du dewletan (dewleteke Cihûyan, yek Ereban) erê kir, Quds jî bibe bajarekî navneteweyî. Serokên Cihûyan plan erê kir, lê Ereban red kir û qet nehat pêkanîn.

Di sala 1948′an de, Brîtaniyên ku herêm kontrol dikirin bêyî pirsgirêkê çareser bikin derketin. Serokên Cihûyan damezrandina dewleta Îsraîlê ragihand. Gelek filistînî dijî wê yekê derketin û bi beşdariya gelek dewletên Ereban ên cîran şer dest pê kir. Bi wê re bi sed hezaran filistînî penaber bûn an jî hatin neçarkirin ku malên xwe terk bikin. Ew pêvajoy wekî “şikestin” hat pênasekirin.

BIRYARÊN NAVNETEWEYÎ YÊN TÊKILDARÎ FILISTÎNÊ

Ji şikestina sala 1948′an Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku berpirsa parstina ewlehî û aramiya navneteweyî ye, der barê Filistînê de rêzebiryar girtin. Ev biryar hemwextî qebûlkirina bernameya demkî ya bi navê “bernameya deh xalan” ji aliyê Rêxistina Rizgariya Filistînê (1974) ve hatin girtin. Li gorî wê jî damezrandina desthilata nîştimanî ya Filistînê li parçeyeke xaka Filistînê ya rizgarkirî, hate qebûlkirin. Vê yekê helwesta nû ya rêxistinê pêk anî, ku niha meşrûiyeta navneteweyî û hin biryarên Neteweyên Yekbûyî yên têkildarî doza Filistînê nas dike.

Biryara 3237: Ev biryar ji aliyê Komeleya Giştî ya NY′yê di 22′yê Mijdara 1974′an de hate girtin. Li gorî wê rêxistina rizgariyê ya Filistînê wekî çavdêr di rêxistina navneteweyî de hat diyarkirin, bang lê hat kirin ku beşdarî tevahî kongreyên navneteweyî yên bi sponseriya NY′yê bibe.

Biryara 43/177: Komeleya Giştî ya NY′yê li gorî biryara 43/177 (15 Kanûna 1988′an) avakirina dewleta Filistînê ya ji hêla Meclisa Nîştimanî ya Filistînê ve hatiye ragihandin (15′ê Mijdara 1988′an) nas kir û got pêdiviya gelê Filistînê bi pêkanîna serweriya xwe li ser xaka xwe ya ji 1967′an ve dagirkirî, heye. Li kêlek wê jî biryar da ku li şûna ′Rêxistina Rizgariya Filistînê′ li NY`yî navê “Filistînê” bê bikaranîn. Lê erka çavdêriyê ya dabûn rêxistina rizgariyê wekî xwe ma.

Biryara 1397: Konseya Ewlehiyê ya NY`yî biryara 1397′an di 12′yê Adara 2012′yan de da, ku bang li Filistînê û Îsraîlê kir ku tevahî kiryarên tundiyê, kiryarên terorê, şantaj, gef û wêrankirinê rawestîne. Li kêlek wê jî bang li her du aliyan û rêveberên wê kir ku di pêkanîna plana (Tenet) û pêşniyarên ′Mitchell′ ên der barê çareseriya siyasî de hevkar bin.

Biryara 19/67: Naveroka biryara 19/67 a ji hêla Komeleya Giştî ya NY′yê ve di 26′ê Mijdara 2012′yan de derketiye ew e ku Filistîn wekî ′dewleta çavdêr a ne endam ′ di NY′yê de cih bigire, bang li Konseya Ewlehiyê kir ku ′Bi awayekî erênî′ li daxwaza serokê Filistînê Mehmûd Ebbas ya dewleta bi endamtiya temam di NY′yê de ku Îlona 2011′an pêşkêş kiriye, binêre. Li gorî biryarê divê çareseriyeke adilane ji pirsgirêka penaberan re bê dîtin û li ser tevahî xebatên avakirina avahiyên niştecihbûnê yên Îsraîlê li ser xaka Filistînê yên dagikirî û rojhilatê Qudsê jî were sekinandin.

Biryar A/ES-10/L22: Li gorî vê biryara ku di 21′ê Kanûna 2017′an de hatiye dayîn NY′yê bang kir ku Quds an jî navenda wê û pêkhata wê ya demografîk neyê guhartin û teqez kir ku tu biryar dûrî wê be bêkêr e û tu bandoreke wê ya qanûnî tune ye.

ŞERÊN ÎSRAÎLÊ YÊN MEZIN

Îsraîlê ket nava 6 şerên mezin bi artêşên Ereb, pergal û çekdarên wan re. Ev şer di 1948, 1956, 1967, 1973, 1982 û 2006′an de pêk hatin û navên wan wiha bûn; Nekbe (şikestin), Êrişa Sêalî, Neksê, Tişrîna Rizgariyê, Îctiyah Lubnanê (dagirkirina Lubnanê) ji bo derxistina berxwedana Filistînê.

Di 5′ê Hezîrana 1967′an de di navbera Îsraîl û cîranên wê yên Ereb de şerekî 6 rojan dewam kir û wî şerî heta roja îro daxmayên xwe li Rojhilata Navîn hiştin.

Saziyeke Brîtanyayê diyar kir ku şerê 6 rojan an jî şerê Hezîranê an jî şerê Erebî-Îsraîlê yê Sêyemîn an jî Nekse şerekî demkurt bû û ji 5 heta 10′ê Hezîrana 1967′an pêk hat û ev şerê Erebî-Îsraîlê ya sêyemîn bû.

Li gorî heman saziyê, der barê bersivdana amadekariyên wê yên Ereb, Îsraîlê di saetên zû yên sibeha 5′ê Hezîrana 1967′an êrişeke hewayî ya ji nişka ve pêk anî û di encamê de pergala asîmanî ya Misirê li balafirgehan ji sedî 90 wêran kir. Hemwextî wê jî êrişeke hewayî li dijî pergala asîmanî ya Sûriyeyê jî pêk hat. Bêyî parastina asîmanî artêşa Misirê rastî êrişê hat û di 3 rojan de Îsraîlê destkeftiyên mezin li ser erdê pêk anîn, Xeza û Gireva Sînayê heta bi Difa Şerqiye ya Qenaya Siwês kontrol kir.

Piştî çend mehan ji Nekseya dîrokî, Destana Rizgarkirina Sînayê dest pê kir û amadekariya şerê rizgarkirinê hate kirin. Di Hezîrana 1968′an de şerê stratejîk ê Misirê ji qonaxa berxwedana ber bi qonaxa bersivdanê dest pê kir.

Di Nîsana 1973′yan de anku piştî 6 mehên şer, Îraqê nêzî 20 balafirên ′Hawker Hunter′ ên brîtanî tevî pîlotên wan li gorî planeke berê di navbera hikumetên her du welatan de ya hevkariya asîmanî ji Misirê re şandin û piştre sedema rasteqîn a paşxaneya vê lihevkirinê aşkera bû. Sovyetê serok Mihemed Enwer El Sadat şîret kir ku 6′ê Cotmeha 1973′yan ji bo destpêkirina êrişeke li dijî artêşa Îsraîlê hilbijêre û şêwirmendê Rûsyayî yê payebilind general Vasiliovich bi nav kir, ji ber ku dema herî guncaw a pêkanîna êrişeke ji nişkan ve ye.

Îsraîlê jî êrişeke dijber li eniya Sûriyeyê li zozana Colanê pêk anî û wê jî hişt eniya Misirê hêdî be.

Di 31′yê Gulana 1974′an de bi îmzekirina lihevkirina bidawîkirina şer, şer bi awayekî fermî bi dawî bû. Îsraîlê vegerandina Quneytera ji Sûriyeyê re, Qenaya Siwês ji Misirê re li beramber dûrketina hêzên Misirê û Sûriyeyê ji xeta agirbestê û damezrandina hêzeke taybet bi NY′yê ji bo çavdêriya pêkanîna lihevkirinê, erê kir.

Di 6′ê Hezîrana 1982′yan de Îsraîlê bi operasyonekê bi navê ′Aştiya Celîl′ êrişî Lubnanê kir. Sedema wê jî hewldana kuştina balyozê Îsraîlê li Londonê Shlomo Argov bû. Îsraîlê di êrişa xwe de nêzî 100 leşkerên xwe; ji komên taybet, hêzên balafiran, tank, keştî û keştiyên şer, bi kar anîn.

Lê ji 4′ê Hezîranê ve operasyonên leşkerî ji bo amadekariya êrişên giştî pêk anî. Nuqteyên girêdayî Rêxistina Rizgariya Filistînê li başûrê Lubnanê di 21′ê Nîsanê de hedef girtin. Rêxistinê jî di 9′ê Gulana 1982′yan bi moşekan êrişî bakurê Filistinê kir. Piştre Îsraîlê nuqteyeke din a rêxistinê li Beyrûtê topbaran kir û rêxistinê jî careke din bersiv da û bakurê Filistinê hedef girt.

Îsraîlê destpêkê got ku niyeta wê tune ye ku zêdetirî 40 kîlometre derbasî hundirê Lubnanê bibe û herêmeke ewle ava bike. Lê belê êrişên xwe yên hewayî û topbaranên xwe li herêmên başûr; Seyda, gundên Nebtiye, Damor, Tibnîn, Ernon û Qelet Şiqêf zêde kirin. Lê dema wezîrê parastinê yê Îsraîlê yê wê demê Ariel Sharon ferman da artêşê ku ber bi Beyrûtê ve biçin, hêzên Îsraîlê nêzî sêyeka xaka Lubnanê dagir kir. Ew yek jî bi erêkirina Amerîkayê ji hêla rêveberiya serokê wê demê Ronald Reagan ve pêk hat.

PEYMANA OSLO Û RIZGARKIRINA XEZAYÊ

Peymana Oslo di rêveçûna doza Filistînê de cihekî girîng girt. Şerê çekdarî di navbera Rêxistina Rizgariya Filistînê û Îsraîlê de bi dawî kir, avakirina desthilata nîştimanî ya Filistînê li Difa Xerbiye û Xezayê bi rêk û pêk kir.

Naveroka peymanê ragihandina rêgezên pêkanîna dan û standina vekişîna Îsraîlê ji Difa Xerbiye û Xezayê li ser 2 qonaxan e:

Qonaxa yekemîn/amadekirin; ji 13.10.1993′yan dest pê dike, piştî 6 mehan bi dawî dibe. Di wê qonaxê de dan û standin li ser 2 mijaran tên kirin: .

Mijara yekemîn: Vekişîna Îsraîlê ji Xeza û Erîha û ev vekişîn di 2 mehan de bi dawî dibe, veguhastina aştiyane ji desthilatê re ji hikumê leşkerî û rêveberiya sivîl a Îsraîlê ji bo nûnerên Filistînê pêk tê û heta pêkanîna hilbijartinên Filistînê nav tê lêkirin. Ewlehya derve, têkiliyên derve û avahiyên niştecihbûnê ne ji erkên desthilata Filistînê yên li herêmên artêşa Îsraîlê jê vekiyane be. Lê ewlehiya hundirîn ji erka hêza polîsên Filistînê be û ji filistîniyên derve û hundirê tevî hebûna komîteya hevkariya ewlehiyê ya hevbeş tê avakirin. Li kêlek wê jî sindoqa awarte were avakirin ku erka wê piştgiriya aborî ji derve bi rêya hevbeş bi aliyê Îsraîlê re wergire. Ji mafê Filistînê ye ku vê destekê bi awayekî cuda wergire. Peymana qedexe nake ku hebûneke navneteweyî ya demkê ku çavdêriyê li herêmê Îsraîlê vekişe bike. piştî îmzekirina vê peymanê, Îsraîlê vedikişe û di 4 mehan de anku 13.04.1994′an de vekişandin bi dawî dibe.

Mijara duyemîn: naveroka belgeyê ew e ku desthilata hikmê Filistînê ya demkî bi nûnertiya meclisa Filistinê were avakirin û bi wê re desthilat erkên xwe yên diyarkirî heta 5 salan pêk bînin.

Li gorî heman belgeyê, mafê vê meclisê li ser Difa Xerbiye û Xezayê di aliyên tenduristî, perwerde, çand, kar û barên civakî, bacên yekser û tûrîzmê û çavdêriya li ser hêza nû ya Filistînê heye, ji bilî wê jî dozên ji bo dan û standinan ku çareyeke dawî çêbe jî çavdêriyê bike mîna; Quds, avahiyên niştecihbûnê, cihên leşkerî û îsraîliyên li xaka dagirkirî.

Qonaxa duyemîn-veguhastin: Ev qonaxa piştî vekişîna Îsraîlê ji Xeza û Erîha dest pê kir û heta 5 salan dewam dike. Di navbera wê de hilbijartinên giştî yên serbest bi awayekî yekser ji bo hilbijartina endamên meclisa Filistînê ku çavdêriya li desthilata Filistînê ya veguhêz an jî demkî be pêk tê. Dema ew pêk hat, wê demê polîsên Filistînê erkên xwe li herêmên hêzên Îsraîlê derdikevin pêk tîne, bi taybet li herêmên lê şênî hene. Di naveroka belgeyê de tê gotin komîteyeke Filistîn-Îsraîl a hevbeş ji bo koordînakirina û çareserkirina nakokiyan were avakirin û komîteyeke din were avakirin, dema komîteya yekemîn ji bo çareserkirina nakokiyan aciz bû, ew dikeve dewrê.

RÊXISTINÊN FILISTÎNÎ

Tevgera Nîştimanî ya Filistînê ya nûjen, bi derketina Tevgera Fetih sala 1965‏`‏an ava ‏. ‏Dûre komên filistînê yên din derketin û bi Fetihê re Hemahengiya Tevgera Nîştimanî ya Filistînê ava kirin. Komên Filistînê dabeşî du beşan dibin; beşa rêxistinên nîştimanî ku komên filistînî tev de di nav xwe de dihewhîne. Beşa din, rêxistinên îslamî ku tevgerên Hemas û Cîhada Îslamî di nav de digirin.

Tevgera Rizgariyê ya Nîştimanî ya Filistînê "Fetih"‏; ‏yekemîn tevgera filistînî ye ku piştî ‏1984‏`an ava dibe. Gelek filistînî tev lê bûne. Xwe spart têkoşîna çekarî ku rêya yekane ya rizgarkirina axê ye. Di operasyonên xwe de gelek rêbaz bi kar anîn; pêvajoya karê fedaî, dûre şerê kolanan û piştre pêvajoya şerê gel.

sala 1967‏`‏an çalakiyên fedaî li Difa Xerbiye dest pê kirin û bi navê ‏"‏Destpêka duyemîn‏" ‏nav lê kir. Lê Belê Îsraîlê‏, ‏bi operasyonên berfireh ên leşkerî bersiv da çalakiyan û dawiyê gelek zehmet bû ku van çalakiyan li dar bixin‏.‏

Tê bibîrxistin ku tevgerê sala 1993`yan li Washingtonê tev li ‏"‏Ragihandina Rêgezên Filistînî‏-‏Îsraîlî‏" ‏bû ku dûre bi navê ‏"‏Peymana Osloyê‏" ‏hate nasandan.

Eniya Gel a Rizgarkirina Filistînê; partiyeke siyasî ye, armanca wê mafên vegerê û avakirina dewleteke serbixwe ku paytexta wê Quds e, li filistiyan vegerîne. Encamnameya yekemîn a eniyê sala 1967‏`‏an derket‏. ‏Dûre sala ‏1969‏`an bi awayekî fermî stratejiya xwe ya rêxistinî û sazûmanî aşkera kir.

Piştî gelek rêveberan ku bûn hedefa Îsraîlê, Ehmed Sadat bû sekreterê eniyê‏. ‏

Baska leşkerî ya eniyê heye; ‏"‏Hêzên Berxwedana Gel‏". ‏Lê piştre wek bersiva kuştina Ebû Elî Mistefa′ sala ‏2001‏`an, navê wê ji bo "Tûgayên Ebû Elî Mistefa" hate guhertin.

Eniya Demokratîk a Rizgarkirina Filistînê ku bi navê "Eniya Gel a Demokratîk ji bo Rizgarkirina Filistînê" dihat naskirina sala 1969‏`‏an hate avakirin‏. ‏Ji dema avabûnê û vir ve‏, ‏Nayîf Hewatîme sekreterê giştî yê eniyê ye‏.‏

Enî, di pêvajoyên yekemîn de komên biçûk ava kirin û dûre pêş ketin û piştî serhildana yekemîn sala 1987‏`‏an bûn "Hêzên Stêrka Sor" û piştî serhildana duyemîn sala 2000‏`‏î ‏"‏Ketaêb Berxwedana Nîştimanî ya Filistînê‏" ‏baskê leşkerî ya eniyê ava kir‏.‏

Eniya Têkoşîna Gelê Filistînê, sala 1967`an ava bû. Xwe wek partiyeke nîştimanî ya demokratîk tê naskirin. Tevî komên din ên tevgera nîştimanî ya Filistînê yên li welêt ji bo tunekirina dagirkeriya Îsraîlê û xurtkirina gelê Filistînê ji bo ku bikare çarenûsa xwe diyar bike, li axa xwe serdestiyê bike û dewleta xwe ya serbixwe ava bike ku paytexta wê Quds e, tê dikoşe. Sala 2008`an avakirina baska xwe ya leşkerî binavê Ketaêb El Cîhad ên Gelê Filistînê ragihand.

Eniya Erebî ya Filistînê; rêxistineke girêdayî Rêxistina Rizgariya Filistînê ye. Sala 1993`yan piştî parçebûnên di encama Peymana Osloyê de çêbûne, hate avakirin.

Tevgera Hemasê: tevgereke filistînî ye. Bi hêz û komên din re ji bo berxwedana li hember dagirkeriyê, rizgarkirina ax û pîroziyên îslamî û xiristiyan, vegerandina penaber û koçberan, avakirina dewleta Filistînê ya serbixwe, kar dike. Ketaêb El Qesam baska wê ya leşkerî ye. Ev tevger, girêdayî rêxistina Îxwan Muslimîn û hêzên piştevanên wê ye bi taybet Tirkiye û Qeterê ye. Ji ber wê berjewendiyên vê tevgerê bi berjewendiyên van dewletan û hêzan ve girêdayî ye.

Tevgera Cîhad El Îslamî: rêxistineke filistînî ye, li dijî Peymana Osloyê ye. Salên 1970‏`‏î ji aliyê Fethî El Şiqaqî ve hatiye avakirin‏. ‏Saraya El Quds baska wê ya leşkerî ye û Ziyad El Nexale sekreterê wê yê giştî ye.

(fr/c)

ANHA