Balafirgehên Heleb û Şamê dîsa ji xizmetê derketin

Hikumeta Şamê ragihand ku ji ber êrişên Îsraîlkê balafirgehên Heleb û Şamê ji xizmetê derketine û rêwîtiyên hewayî veguhestine balafirgeha Lazîqiyê.

Balafirgehên Heleb û Şamê dîsa ji xizmetê derketin
22 cotmeh 2023   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajanseke girêdayî hikumeta Şamê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên leşkerî ragihand ku Îsraîlê saet derdora 05:25`ê sibehê ji aliyê deryaya Spî û herêma Colanê ya Sûriyeyê bi awayekî hemwext êrişî balafirgehên Heleb û Şamê kiriye.

Li gorî çavkaniyan, di êrişan de kesek hatiye kuştin, yek jî birîndar bûye, zirarên madî çêbûne û her du balafirgeha ji xizmetê derketine.

Hat ragihandin ku rêwîtiyên hewayî ji balafirgehên Heleb û Şamê veguhestine Balafirgeha Navneteweyî ya Lazîqiyê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî da zanîn ku di 10 rojan de ji ber êrişên Îsraîlê 3 caran balafirgeha Helebê, 2 caran jî balafirgeha Şamê ji xizmetê derketine.

(c)