Îsraîlê carek din balafirgehên Şam û Helebê bombebaran kirin

Dezgehên çapemeniyê ragihandin ku balafirên Îsraîlê nuqteyên nêzî balafirgehên Şam û Helebê bombebaran kirine.

Îsraîlê carek din balafirgehên Şam û Helebê bombebaran kirin
22 cotmeh, 2023   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Hat ragihadnin ku vê berbangê li Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê ji ber êrişên hewayî dengê teqînan hatiye bihîstin.

Her wiha balafirgeha Helebê bi moşekan hat bombebarankirin. Li gorî çavkaniyên xwecih, pergala parastina hewayî ya hikumeta Şamê bersiva êrişan daye.

Ev êriş hemwextî gurbûna şerê hêzên Îsraîlê û tevgera Hemasê pêk tên. Çavdêr bi fikar in ku şer li herêmê û bi taybet li Sûriye û Lubnanê jî belav bibe.

(fr/c)