Şerê Îsraîl-DYA'yê û Îranê û bandora wê rojevên sereke ne

Şerê Îran û Îsraîlê rê li ber gelek senaryoyan wekî; zêdebûna rageşiyê, hewldanên bidawîkirina bi rêya kanalên siyasî, her wiha guhertinên kûrt di hevsengiyên hêzên herêmî de vedike. Di çarçoveya şer de Lubnan wekî aliyê herî nazik derdikeve pêş.

Şerê Îsraîl-DYA'yê û Îranê û bandora wê rojevên sereke ne
3 adar, 2026   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê Îsraîl-Amerîkayê û Îranê û bandore wan li welatên din wekî rojeveke sereke ya çapameniyê weşana erebî bûn.

'ROJHILATA NAVÎN: BÊBIRYARÎ Û MANTÎQA DEWLETÊ'

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê mijarê de diyar kir ku herêm ber bi şerekî vekirî navbera DYA- Îsraîlê li aliyekî û Îranê li aliyekî din ve diçe. Hate diyarkirin welatên kendavê hewl didin ji şerekî topyekunê yên ku dê projeyên wê yên geşekirinê û aramiya bazara enerjiyê bixe metirsiyê, dûr bikevin.

Rojnameyê îşaret pê kir ku vî şerî pirsgirêkên stratejîk bi taybetî di hesabên Îranê de derxistin holê, nemaze piştî ku binesazî û erdên kendavê kirin hedef. Rojnameyê hişyarî da ku "berfirehkirina qada şer bi taybetî jî bi nîşandana kaxeza Tengava Hurmuzê a ku ji qsdî bi qasî 20'î dabînkirina petrolê ji cîhanê re di wir re derbas dibe, şerê dualî vediguherîne hevkêşeyek herêmî ya berfirehtir."

Li gorî rojnameyê, qaweta leşkerî nayê wateya çareserkirina nakokiyên siyasî yên bigirêk, lê "vegera li mentiqa dewletê, qanûna navneteweyî, rêzdariya li serdestiyê û parastina kerîdorên deryayî" wekî alternatîfên rasteqîn ên çareseriyê nirxand.

 'ŞERÊ HERÊMÎ LUBNANÊ DIŞEWITÎNE: TIRSA JI KONTROLKIRINA ÎSRAÎLÊ'

Malpera El Modon destnîşan kir ku şerê Îran-Amerîkî hêdî hêdî berfireh dibe, Îran li kendavê cihan dike hedef, welatên rojava û kendavê helwestên bêalî girtine amadekariyên parastinê dikin.

Heman malperê diyar kir ku Washington hewl dide bandora Îranê sînordar bike û Tehranê ji derdora xwe qut bike, rê li ber hevalbendên xwe yên herêmî bigire ku tev li şer nebin, di heman demê de Îran israr dike ku çarçoveya şer berfireh bike.

Rojnameyê bal kişand ser bandora şer li Lubnanê û ev nirxandin kir "Piştî avêtina rokêtan ji başûr û dijwarbûna êrişên hewayî yên Îsraîlê, her wiha piştî gefên berfirehkirina operasyonan û eregên pêkanîna operasyonên bejahî, êdî Lubnan bi bandor ketiye şer."

Malperê bi bîr xist ku hikumeta Lubnanê civînek awarte li dar xist. Di civînê de baskên leşkerî û ewlehiyê yên Hizbullahê bi yên derveyî qanûnê kir, her wiha ji artêşê xwest ku plana sînordarkirina çekan li bakurê Çemê Litanî bi cih bîne.

Malperê bal kişand ku metirsî hene Îsraîlê bi rêya ketina xwe bejahî ya nava başûrê, koçberkirina xelkê wir rewşeke leşkerî ya nû ferz bike, piştre mercên siyasî û ewlehiyê ferz bike.

'ÊRIŞA TRUMP A LI SER ÎRANÊ JI 11'Ê ÎLONÊ VE BÛYERA HERÎ MEZIN E LI CÎHANÊ YE'

Malpera Erebî ya rojnameya Independent jî kuştina Rêberê Bilind ê Îranê û hilweşandina rêveberiya siyasî û leşkerî wiha nirxad "Di asta cîhanî de kêliyek girîng e, di heman demê de bûyerek ku dibe ku ji êrîşên 11'ê Îlonê û vir ve ya herî girîng û bandorker li ser pergala heyî ya navneteweyî be.''.

Li gorî malperê, biryara şer a Amerîka-Îsraîlê vebijêrekek siyasî bû, ne bersivek ji bo pêdiviyek lezgîn bû ku têkbirina pêkhatina pergala navneteweyî ya kevneşopî lez dike. Hate gotin, "felckirina zincîra serokatiyê ya Tehranê, piştre vekirina kanalên ragihandinê guhertinek dîrokî nîşan dide ku hevsengiya hêzên herêmê û navneteweyî ji nû ve ava dikin."

'TU PLANÊN HIKUMETÊ JI BO PENABERAN TUNE'

Rojnameya El Exbar jî cih da rewşa mirovî li Lubnanê piştî destpêkirina êrişan. Rojnameyê bal kişand ser pêla koçberiyê ya ji başûrê Lubnanê û taxên başûrê Beyrûtê, sistbûna hikumetê ya li hemberî vê rewş. Têkildarî mijarê hate gotin, li cem Komîsyona Alîkariyê ya Bilind tenê nêzîkî 20 hezar doşek û 60 hezar betanî hene,  170 stargeh ji 325 dibistanên destnîşankirî hatine vekirin ku kapasîteya wan ji deh hezaran derbas nabe, li gorî hejmarên mezintir ên mirovên koçber ên li derveyî navendên fermî.

 Rojnameyê bal kişand ser nebûna planên zelal ên pêşwext ji hêla wezaretên têkildar ve û koordîneya qels bi ajansên NY'yê re. Hate gotin, di encama vê yekê de di roja yekem a koçberiyê de kaosê, di ser rêya qerbalxeke çêbû û plana rêxistinkirina tevgera şêniyan tune ye.

(bb)