Şerê Îran-DYE'yê li herêmê belav bû

Şerê Îran-DYE'yê li herêmê belav dibe. Di êrişên Hûsiyan ên li çar bajarên Erebistana Siûdî de 73 kes birîndar bûn û agir bi tesîsên petrolê ket. DYE'yê jî pênc tankerên Îranê îmha kir. Îranê jî li baregeha DYE'yê ya li Urdunê xist.

Şerê Îran-DYE'yê li herêmê belav bû
9 îlon, 2026   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li erdnîgariyeke berfireh belav dibe. Milîsên Hûsî ku Îran piştgiriya wan dike, bi fuze û droneyan êriş birin ser çar bajarên li başûrê Erebistana Siûdî. Di êrişan de 73 kes birîndar bûn û agir bi tesîsên petrolê ket.

Li gel baregeha hewayî ya Siûdî ya li Khamis Mushaitê, Hûsiyan ragihandin ku êriş birine ser tesîsên petrolê yên li Abha, Najran û Jazanê. Ji dîmenê NASA'yê hate dîtin ku dû bi ser parzûngeha Jazanê û navenda belavkirina petrolê ya li Abhayê ketiye.

Êrişên li ser Erebistana Siûdî weke yek ji êrişên herî berfireh ên li ser Riyadê tê dîtin ku piştî destpêkirina şerê navbera Îran û DYE'yê pêk hatin.

Fermandariya Navendî ya DYE'yê ragihand ku di nava du rojan de Muxafizên Şoreşê yên Îranê du caran bi fuzeyên balîstîk êriş birin ser keştiyeke şer a DYE'yê. Fermandariyê diyar kir k piştî van êrişan pênc tankerên petrola xav a Îranê hatin îmhakirin.

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Marco Rubio anî ziman ku eger Îran êrişên li ser keştiyên şer ên DYE'yê dewam bike, ew ê jî li tankerên wan bixe.

Muxafizên Şoreşê yên Îranê ragihand ku weke bersiva li êrişên DYE'yê wan bi fuzeyên balîstîk êriş birine ser baregeheke DYE'yê ya li nêzî El Azrakê. Urdun û DYE'yê êriş hîn piştrast nekirin.