Hemas: Fermandarê Tûgaya Xan Yûnisê hat kuştin

Ketîbeyên El Qesam kuştina fermandarê Tûgaya Xan Yûnisê ragihand û îşaret pê kir ku beşdarî plangeriya êrişa 7‘ê Cotmeha 2023‘an de bibû.

Hemas: Fermandarê Tûgaya Xan Yûnisê hat kuştin
11 îlon, 2026   17:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Ketîbeyên El Qesam (Baskê leşkerî yê tevgera Hemasê) îro bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê Konseya Bilind a Tevgera Hemasê û fermandarê Tûgaya Xan Yûnisê, Mihemed El Yazûrî duh êvarî ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hat kuştin.

Di daxuyaniya Ketîbeyên El Qesamê de hate gotin: "El Yazûrî roleke sereke di plangeriya êrişa Hemasê ya li ser Îsraîlê ya 7‘ê Cotmeha 2023‘an de lîstibû."

(bb)