Brîtanya cezayên aborî li ser Îranê zêdetir kirin

Hikumeta Brîtanya cezayên aborî li ser Îranê zêdetir kirin, ji bilî rewşên awarte daketina balafirên Îranê li Brîtanyayê qedexe kir.

Brîtanya cezayên aborî li ser Îranê zêdetir kirin
8 îlon, 2026   17:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Brîtanya îro qanûnên nû derxistin ku cezayên li ser Îranê girantir dikin û qeydên bazirganî û zextên li ser keştiyan zêdetir kirin.

Hikumeta Brîtanyayê ragihand ku ceza di çarçoveya hewldanên berfireh ên sînordarkirina bernameya nukleerî ya Îranê û çalakiyên wê yen "Dijber" de hatine birîn. Her wiha destnîşan kir ku qanûnên nû dê gihîştina Îranê bo pergala darayî ya Brîtanyayê sînordar bike, di heman demê de çarçoveya ambargoya bazirganiyê berfireh bike ku kelûpel, teknolojî û xizmetguzariyên berfirehtir bigire nava xwe.

Qanûn her wiha rayeyên berfirehtir dide desthilata Brîtanî ku cezayan li ser keştiyan zêde bike û ji bilî rewşên taybet ên awarte daketina balafirên Îranê li Brîtanyayê jî qedexe bike.

(bb)