‘Girtina tengava Hurmuzê krîzeke cîhanî ye’

Di medyaya erebî de îhtîmala girtina tengava Hurmuzê, rêyên alternatîfên Hurmuzê û rewşa Lubnanê hatin nirxandin.

‘Girtina tengava Hurmuzê krîzeke cîhanî ye’
10 îlon, 2026   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî şerê di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê li tengava Hurmuzê û pêşveçûnên li başûrê Lubnanê diqewimin, nirxandiye.

Rojnameya El Xelîc di gotareke bi sernavê `Tengava Hurmuzê û siberoja ewlehiya erebî` de şerê DYA`yê û Îran û dê aliyê ewlehî û aborî de çi bandor bike analîz kiriye û gotiye heke şer bidome dê bandorê li ser tevgera bazirganî û ewlehiya dewletên herêmê bike.

Di heman nivîsê de bang li dewletên Ereban hatiye kirin ku aliyê ewlehî û aborî de bi hev re bibin alîkar û ji bo hinartina enerjiyê rê û rêbazên nû bibînin.

Di rojnameya El Erebî El Cedîd de analîz li ser alternatîfên tengava Hurmuzê hatiye weşandin û tê de tê gotin ku dewletên Kendavê hewl didin ku alternatîfên tengava Hurmuzê peyda bikin, li borî, tesîsên depokirinê û korîdorên bejahî digerin da ku bikarin petrol û enerjiyê hinarde bikin.

Her wiha rojnameyê destnîşan kir ku girtina tengava Hurmuzê ne tenê krîzeke dewletên Kendavê ye, dê krîz cîhanî be û ewlehiya tengavê bi enerjî û bazarên navneteweyî ve girêdayî ye.

Der barê başûrê Lubnanê de jî rojnameya El Nehar di nivîsekê de gotiye rewşa Lubnanê ne tenê bi pêşveçûnên ewlehiyê ve girêdayî ye bi hêza dewleta Lubnanê ku bikare serweriya xwe ferz bike, girêdayî ye.

Her wiha rojnameyê da zanîn ku artêşa li El Nebtiyê belav bûye tesbît dikin, dan û standinên aliyê dîplomasî didomin û got hîna li başûrê Lubnanê krîz didome.

(np)