Îranê êrişî kampek Hizba Demokrat ya li Hewlêr kir

Li gorî agahiyan rejîma Îranê bi rêya  3 dironan êrişî Kampa Azadî  ya Hizba Demokrata Kurdistan ya Îranê ya li Koye kiriye.

Îranê êrişî kampek Hizba Demokrat ya li Hewlêr kir
3 adar, 2026   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên hatine parvekirin, rejîma Îranê bi 3 dronên bombebarkirî êrişî kampa Azadî ya Hizba Demokrata Kurdistan ya Îranê, ya li navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê ve kiriye.

Têkildarî êrişî Qeymeqamê Koye Tariq Heyder agahî dan Rojnews’ê û got: “Bi 3 dronan Kampa Azadî ya Hizba Demokrata Kurdistan ya Îrane li Koye hat bombebarankirin.

Der barê ziyanên êrişê de jî Tariq Heyder got: “Yek ji dronan bi navenda tendirustî ya kampê ketiye, dironek din li depoyek ketiye. Tu ziyanên canî nîne, tenê kesek bi sivikî birîndar bûye.