Şerê Hemas-Îsraîlê û geşedanên li ser sînorê Cezaîr-Lîbyayê rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî ku di rojevên xwe yên îro de cih da diyaloga ji bo agirbesta li Xezayê ku dê dawiya vê hefteyê pêk were, diyar kir ku Hemas pê dizane ku armanca ji dan û standinên agirbestê rêgirtina li ber êrişên Îran û Hizbullahê ên li ser Îsraîlê ye. Rojnameyê bal kişand ser belavbûna hêzên lîbyayî li ser sînorê Cezaîrê û rewşa Sûdanê jî.

Şerê Hemas-Îsraîlê û geşedanên li ser sînorê Cezaîr-Lîbyayê rojevên rojnameyên erebî ne
13 tebax 2024   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê hewlanên navbeynkaran ên ji bo agirbestê li Xezayê de nûçeyek bi sernavê "Navbeynkar beriya dan û standinên “derfeta dawîn” ji bo Xezayê zextê dikin" weşand.  Li gorî rojnameyê, çavkaniyên girêdayî tevgera Hemasê diyar kir ku navbeynar ji bo lihevkirinek der barê agirbesta li Xezayê û pevguhertina dîlgirtiyan de çêbe, zextê li rayedarên tevgerê dikin da ku beşdarî hevdîtinan bibin ku dê dawiya vê hefteyê pêk werin.

Di dewama nûçeyê de hate gotin: "Çavkaniyan diyar kir ku Hemas beşdariya dan û standinan red dike, ji ber ku dibîne ku di rewşa heyî de pêwîstî bi dan û standinên nû nake. Lê fermandariya Hemasê li benda navbeynkaran e ku zexta li ser Îsraîlê zêde bikin da ku gavan ber bi pêkanîna pêşniyara serokê DYA’yê Jeo Biden ve biavêje.”

Li gorî rojnameyê Hemas armanca dan û standinên ku dê dawiya vê hefteyê pêk werin wek "rêgirtina li ber bersivên Îran û Hizbullahê yên li dijî Îsraîlê" dibîne û şertên pêşîn ên Îsraîlê wek windakirina demê dinirxîne.

‘CEZAÎR JI BER BICIHBÛNA HÊZÊN HEFTER LI NÊZÎ SÎNOR BI FIKAR E’

Rojnameya El Erebî El Cedîd bal kişand ser tevgera leşkerî ya hêzên Xelîfe Hefter li ser sînorê Lîbya-Cezaîrê. Hate gotin, kombûna leşkerî ya hêzên Hefter li başûrê Lîbyayê ya li nêzî sînor, Cezaîr xistiye nava fikaran.

Rojnameyê bi bîr xist ku Wezareta Karên Derve ya Cezaîrê di nava hefteyekê de 3 caran fikarên xwe ji ber bicihbûna hêzên Xelîfe Hefter li nêzî sînor anîbû ziman û bang li aliyên lîbyayî kiribû ku şer rawestînin. Li gorî rojnameyê, "Ya ku Cezaîrê dilgiran dike, ji bilî metirsiya ewlehiyê ya ji ber îhtîmala rûdana şerekî çekdarî, ev rûbirûbûn rewşeke nû ya ewlehî û siyasî biafirîne ku li Cezîrê ferz bikin.”

Di dewama nûçeyê de hate gotin: "Piraniya aliyên siyasî û leşkerî yên Cezaîrê di wê baweriyê de ku girêdaneke mezin di navbera bicihbûna hêzên Hefter li ser sînor û hilbijartinên serokkomariyê yên Cezaîrê de heye ku biryar e ku meha bê (Îlon) pêk were. Li gorî wan aliyan, ev dem wek demeke guncaw tê dîtin, ji ber ku desthilata Cezaîrê bi hilbijartinan ve mijûl e, her wiha ev tişt ji bo alîgirên Hefter baweriyê çêke ku armancên hemleya wî ew e ku bela xwe li Cezîrê bide.”

‘VEBIJÊRKÊN DYA’YÊ YÊN LI PÊŞ ARTÊŞA SÛDANÊ; AN CINÊV AN JÎ ÎZOLASYON’

Rojnameya El Ereb ciha da rewşa Sûdanê. Rojnameyê diyar kir daxuyaniya DYA’yê ku dibêje bêyî beşdariya nûnerên hikumeta Sûdanê jî be niyeta wê heye ku vê hefteyê li Cinêvê diyalogan bide destpêkirin, destnîşan dike ku DYA’yê du vebijêrk; an dê rêgeha Cinêvê qebûl bike an jî dê were îzolekirin, dane ber artêşa Sûdanê.

Li gorî rojnameyê, ev vebijêrk nagihêjin asta zext an gefan, "ji ber ku fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfettah El Burhan dizane ku DYA bi gelek dozan ve mijûl e, lewre hêza wê nîn e ku zextê lê bike, di heman demê de tu amûrên di destê wê de tune ne."

(bb)