Mehmûd Ebas li Moskovê ye
Serokê Filistînê Mehmûd Ebas serdana Moskovê kir. Ebas dê bi serokê Pûtîn re hevdîtinê bike.
![Mehmûd Ebas li Moskovê ye](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202408/image_870x_66bb13d2527d5.jpg)
Kremlînê ragihand ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dê îro li Moskovê bi serokê Filistînê Mehmûd Ebas re bicive.
Kremlînê di daxuyaniya xwe ya li ser Telegramê de diyar kir ku Ebas û Pûtîn dê şerê Îsraîl- Hemasê û rewşa li Xezayê gotûbêj bikin.
Piştre Ebas dê serdana Tirkiyeyê bike û bi serokkomarê wê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.
(bb)