Şerê DYA û Hûsiyan dewam dike

Artêşa Îsraîlê, moşekeke ku ji Yemenê hat avêtin, bê bandor kir. Hûsiyan jî ragihand ku hêzên DYA’ê li Senaayê êriş pêk aniye.

Şerê DYA û Hûsiyan dewam dike
3 gulan, 2025   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê der barê mijarê de daxuyaniyek li ser Telegramê weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Beriya çend kêliyan li gelek deverên Îsraîlê alarmên hişyariyê lê dan. Moşekek ji Yemenê hatibû avêtin, hat astengkirin."

Artêşa Îsraîlê duh (2 Gulan) ragihandibû ku di 12 saetan de 2 moşek ku ji aliyê Hûsiyên li Yemenê ve hatibûn avêtin, bê bandor kirine.

Ajansa SABA’yê ya ser bi Hûsiyan ve ragihand ku hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) derengiya şevê navçeya Benî Heşîş a parêzgeha Senayê, bajarên Xeb û Şeif ên parêzgeha Cof bombebaran kirine.

(bb)