Êrişên Îsraîlê û siyasetên Trump manşetên rojnameyên erebî ne

Êrişên Îsraîlê yên li ser Şamê, şerê bazirganiyê yê serokê DYA’yê Donald Trump û bandorên wê li ser asta herêmî û navneteweyî manşetên rojnameyên erebî ne.

Êrişên Îsraîlê û siyasetên Trump manşetên rojnameyên erebî ne
3 gulan, 2025   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Quds El Erebî der barê êrişên Îsraîlê yên li ser Şamê nûçeyek weşand. Rojnameyê  ku cih da êrişa li nêzî Qesra Serokatiyê ya li Şamê û diyar kir ku ev êriş peyameke zelal ji bo desthilata Şamê ye.

Rojnameyê bi bîr xist ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Israel Katz teqez kirin ku dê  dê nehêlin Şamê hêzên xwe li başûrê Şamê belav bikin û an Durziyan tehdîd bike.

Rojnameyê her wiha bi bîr xist ku ev êriş piştî şerên li bajarokên Ceremana û Eşrefiye Sehnaya yên nêzî Şamê û hin gundên Siwêdayê hatin kirin ku di encama şer de zêdetirî 100 endamên ewlehiya Şamê û şervanên Durzî hatibûn kuştin.

LÛTKEYA EREBÎ LI BEXDAYÊ

Rojnameya El Şerq El Ewsat jî bal kişand ser lûtkeya erebî ku dê 17’ê Gulana 2025’an li Bexdayê were lidarxistin. Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku di çarçoveya amadekariyên mêvandariya lûtkeyê de li Bexdayê "ronesanseke berfireh a bedewkirinê" heye. Hate gotin, di demekê de ku rewşa herêmî û navneteweyî pir hesas dê ev lûtke were lidarxistin, çavên çavdêr û şîrovekarên siyasî yên herêmî û navneteweyî li lûtkeyê ye. Rojnameyê aşkere kir ku serokwezîrê Iraqê Mihemd Şiya Sûdanî mêvandariya lûtkeyê wekî ferzendekê dibîne ku rola Iraqê û têkiliyên wê yên hevseng ên li herêmê piştrast bike.

Rojnameyê ku cih daye axaftina Sûdanî ya der barê lûtkeyê de jî û wiha domand "Sûdanî got, "Em ê ne tenê welatekî mêvandar bin, lê em ê destpêkerê çareseriyên krîzên li Rojhilata Navîn bin. Sûdanî destnîşan kir ku hebûna Serokê Sûriyeyê Ehmed El Şaraa di lûtkeyê de girîng e û  got vexwendina wî di çarçoveya protokola Komkara Erebî de hat ji ber ku ew nûnertiya dewleta Sûriyeyê dike."

Li gorî rojnameyê, mêvandariya vê lûtkeyê arîşeyek ji bo Iraqê ye û ev nirxandin kir " ji ber ku hikûmet hewl dide di navbera pabendbûnên xwe yên herêmî û zehmetiyên xwe yên navxweyî de di nav de şert û mercên ewlehî û aborî, hevsengiyekê çêbike. "

SIYASETA ŞANTAJÊ

Rojnameya El Ereb cih da siyasetên Serokê Amerîkayê Donald Trump û diyar kir ku Trump di danûstandinên xwe yên bi cîhanê re "siyaseta şantajê" bikar tîne û ji bo ferzkirina îradeya xwe li ser dijber û hevalbendan xwe dispêre zextên aborî û cezayan.

Rojnameyê ev siyaset wekî "rûbirûbûn" û gefxwarina têkbirina sîstema navneteweyî ya heyî bi nav kir. Her wiha û destnîşan kir ku Trump  hêza aborî ji bo bidestxistina destkeftiyên siyasî bikar tîne.

Rojnameyê bal kişand ser piştevaniya Trump a ji bo Îsraîlê jî û destnîşan kir ku ev piştevaniya "Bê şert" aloziyên herêmî kûrtir dike û pirsgirêkên erebî paşguh dike. Hate diyarkirin ku Washington, sûdê ji fikarên ewlehî û siyasî yên dewletan Ereban digire û hewl dide hevbendiyan pê re ava bike.

Li gorî rojnameyê, siyasetên "Şantaja siyasî û aborî" ku Rêveberiya Trump dimeşîne, dibe ku li ber tevliheviyeke zêdetir û bêistiqrariyê veke.

(bb)