Şerê DYA-Îsraîlê û Îranê bi êrişên mûşek û dronan dewam dike

Êrişên Îsraîlê li ser Tehranê dewam dikin. Îranê mûşek û dronan diavêje Îsraîl û welatên Kendavê. Erebistana Siûdî û Kuweytê ragihand ku wan êrişên hewayî asteng kirine. Îran jî baregeheke DYA û Brîtanyayê kir hedef.

Şerê DYA-Îsraîlê û Îranê bi êrişên mûşek û dronan dewam dike
21 adar, 2026   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê di navbera Îsraîl-Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de bi dijwarî dewam dike.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku piştî êrişa bi mûşekan a Îranê ya li ser Îsraîlê, wê berbanga îro êrişên hewayî birine ser Tehranê.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê li cihên mûşekên balistîk xistiye û diyar kir ku êrişên wê yên bi armanca lawazkirina kapasîteya leşkerî ya Îranê dewam dikin. Artêşê her wiha diyar kir ku di nava 6 saetan de wê 3 caran mûşekên ku ji Îranê ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin, tesbît kirine û da zanîn ku li gelek herêman sîrenan lê daye.

Li gorî agahiyên pêşîn tu qurbanî nehatine ragihandin. Hate diyarkirin ku hin mûşek li deverên vekirî ketine.

Artêşa Kuweytê ragihand ku parastina wê ya hewayî êrişên mûşek û dronan asteng kirine. Di heman demê de Erebistana Siûdî da zanîn ku 22 dron li herêma rojhilat hatine îmhakirin.

Li gorî medyaya DYA’yê, Îranê 2 mûşekên balîstîk ber bi baregeheke hevbeş a DYA-Brîtanyayê ya li Diego Garcia a li Okyanusa Hindî ve avêtine.

Hate ragihandin ku mûşek negihaştine hedefa xwe; yek dema difirî xirab bûye û ya din jî hatiye astengkirin.

(bb)