Eraqçî: Em çareseriyeke demkî qebûl nakin

Wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku welatê wî çareseriyeke demkî li gel Washington û Tel Avivê red dike, lê çareseriyeke berfireh dixwaze.

Eraqçî: Em çareseriyeke demkî qebûl nakin
21 adar, 2026   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Eraqçî îro ragihand ku welatê wî agirbesteke demkî bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Îsraîlê re red dike û got Tehran "dawiyeke bêkêmasî, berfireh û daîmî ya şer" dixwaze.

Eraqçî di hevpeyvîneke li gel ajansa Kyodo News'ê de diyar kir ku Îran çareseriyên demkî qebûl nake û destnîşan kir ku armanc ew e ku bigihêje çareseriyeke dawîn ku şer biqedîne.

Wezîrê karên derve yê Îranê girtina Tengava Hurmuzê derewand û diyar kir ku tengav hîna vekirî ye. Her wiha îşaret pê kir ku welatên êrişî Îranê dikin dibe ku bi sînordarkirinan re rû bi rû bimînin, di heman demê de derbasbûn ji bo welatên din dê hêsan bibe.

Ebas Eraqçî anî ziman ku Tehran amade ye derbasbûna ewle ya tankerên petrolê yên Japonyayê di tengavê re garantî bike.

(bb)