Li 6 cihan pîrozbahiyên Newrozê îro tên lidarxistin

Li Amûdê, Dêrik, Girkê Legê, Kobanê, Şam û Helebê îro pîrozbahiyên Newrozê tên lidarxistin.

Li 6 cihan pîrozbahiyên Newrozê îro tên lidarxistin
21 adar, 2026   09:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdên û dostên wan ên bajarên Amûdê, Girkê Legê, Dêrik, Kobanê, Şam û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê îro pîrozbahiyên Newrozê dikin.

Pîrozbahî wê bi dirûşma "Em Newrozê bikin cejna Azadiya Rêber Apo û yekitiya demokratîk a Kurdan" were pîrozkirin.

Şêniyên bajar û gundewarên Çilaxa û Girkê Legê dê îro li gundê Hilêq, şêniyên Dêrikê li qada Şehîd Çîçek, şêniyên Amûdê li gundê Çaxir Bazar, şêniyên Kobanê dê li girê Miştenûr pîroz bikin. Kurdên li Şamê û dostên wê jî dê îro Newrozê li herêma Meşrû Dumer-Staduyma Feyha- nêz Nexweşxaneya Dil pîroz bikin û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dê li herêma Şiqêf Newrozê pîroz bikin. Di vê çarçoveyê de komîteyên amadekar qad û dikên pîrozbahiyên bi al û sembolên kurdî xemilandine.

Girse dê saet derdora 10.00'an biherike qadên pîrozbahiyên. Agirê Newrozê dê saet di 11.00'an de were pêxistin û pîrozbahî dest pê bike.

Newroza li Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê û Tirbespiyê taloqî 24'ê Adarê hat kirin. Pîrozbahî dê saet 11.00'an li cihên ku berê hatibûn diyarkirin werin kirin.

(bb)

ANHA