' Şerê di navbera Washington-Til Avîv û Tehranê de ‘şerê sifirê’ ye'

Rojnamevan û pisporê kar û barên Îranê Cema Raif got şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de ‘şerê sifirê’ ye û bandor li ser herêmê û tevahiya cîhanê kir.

' Şerê di navbera Washington-Til Avîv û Tehranê de ‘şerê sifirê’ ye'
15 gulan, 2026   04:15
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Pisporê kar û barên Îranê Cemal Raif têkildarî şerê di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)-Îsraîl û Îranê û bandora wê li ser siberoja herêmê û hevsengiyên cîhanê ji ajansa me re axivî.

Cemal Raif, şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de bi “şerê sifirê” bi nav kir û diyar kir ku di vî şerî de her du alî jî nikarin bi ser bikevin. Her wiha destnîşan kir ku encamên wê dê li ser hemû aliyan giran be û got Îran di aliyê siyasî, leşkerî û aborî de gelekî ziyan dît, hêza wê ya herêmî kêm bû, êdî nema dikare aliyên girêdayî xwe têxe nava tevgerê û di siberojê de dê rola Îran li herêmê nebe.

Raif îşaret bi vê yekê kir ku di vî şerî de kesek bi ser neket, her kesî di vî şerî de li gorî astan wenda kir û ev nirxandin kir "Dibe ku ev yek diyar be û dibe xuya neke jî. Em nikarin bibêjin ku di şerê Amerîka-Îsraîl û Îran tu kes ji wan bi ser ket. Ev şer ji bo hemû aliyan giran bû. Bi taybet Îran ji aliyê siyasî ve gelekî wendahî dan û nikare di demeke kin de xwe komî hev bike. Îran di vî şerî de rayedar û rêveberên siyasî û leşkerî wenda kirin û nikare di demeke kin de şûna wan ava bike. Ev şer ji bo hemû aliyan gelekî giran bû."

Têkildarî di dewama nirxandinên xwe de da zanîn ku hêza leşkerî ya Îranê lawaz bûye û ji bo careke dîtir xwe ji nûve ava bike pêdiviya wê bi gelek pere û wext heye û got: " Piştî şer bi dawî bibe dê ziyan û wendahiyên Îranê du qat zêdetir bibin. Piştî şer belkî rejîma siyasî ya Îranê xwe li pêşiya kitleya xwe tenê bibîne. Belkî ji hundir ve kitleya rejîma siyasî ya Îranê gelekî lawaz bibe. "

Raif destnîşan kir ku Îran di aliyê aliyê siyasî, leşkerî û aborî de gelek ziyan dîtin û wendahiyên wê çêbûn û ev li nirxandinên xwe zêde kirin "Piştî van wendahiyan di dema pêşde ew ê nikaribe li herêmê bibe xwedî rol. Têkiliyên xwe yên herêmî wenda kir. Îran di vî şerî de tada li têkiliyên xwe yên bi welatên Ereban û Welatên Konseya Hevkariya Kendavê, kir. Piştî ku şer bi dawî bibe ew ê nikaribe di demeke kin de têkiliyên xwe careke dîtir ava bike. Demeke dirêj jê re divê ku têkiliyên xwe çêbike. Eger navbera aliyê erebî û aliyê Îranê bêbawerî çêbibe ev gelekî xetere û Îran dê nikaribe li herêmê bibe xwedî rol. Ji bo rola Îran li herêmê hebe divê têkiliya wê bi aliyê erebî re hebe. Aliyê erebî bandorê li hevsengiyên herêmê dike. Ji ber vê yekê dibe ku êdî zehmet be roleke Îranê li herêmê hebe."

Cemal Raif bandora vî şerî li ser hevsengiyên hêzan nirxand û got: "Belê, dibe ku bandora vî şerî li ser hevsengiyên hêzan hebe, lê belê zêde bandor nekiriye. Bandora wê sînordare, ji ber di çarçoveya hewîrdora navneteweyî û herêmî guhertinên mezin çêbûn. Bi rastî hêza Îranê zeyîf dibe û Îran nema dikare hêzên li herêmê girêdayî wê ne, têxê tevgerê . Mînaka vê yekê jî Hûsî ne. Hûsî heyanî astekî mezin ji Îranê qut bûne û êdî nema li gorî Îranê tev digerin. Heyanî niha Hûsî neketine tevgerê û nakevin tevgerê . Dibe ku navbera Hûsî û aliyê Amerîkî komplo hebe, berî niha Hûsiyan bi Amerîka re dan û standin. Ji ber vê yekê dibe ku komplo hebe."

Ji bo Hizbullahê jî wiha got: "Ev alîkar jî dibe ku di demeke kin de bisekine. Êdî dewleta Lubnanê dan û standinên xwe dike û başûrê Lubnanê ket bin serweriya artêşa Lubnanê. Çek di destê dewletê de ye. Dewleta Lubnanê hevgirtî ye û dikare bi saziyên xwe yê niştîmanî re bibe alîkar. Di vê rewşê de dibe ku destê Îranê li Lubnanê Hizbullah yan bisekine yan jî felc bibe. Eger Îran nema bikarobe hêzên girêdayî xwe yên li herêmê têxe tevgerê dê hêza xwe li herêmê ji dest bide."

Rojnamevan Cemal Raif di dawiyê de wiha got: “Hêza ku Îran dixwaze bigire belkî tenê di tengava Hurmuzê de be. Ew bi rêya serweriya xwe li ser tengava Hurmuzê dixwaze bibe xwedî hêz. Ev yek ne mentiqî ye û pêk nayê. Tengava Hurmuzê rêya veguhestina navneteweyî ye, ne tenê DYA qebûl nake, tevahî civaka navneteweyî qebûl nake ji ber bi berjewendiyên wan ve girêdayî ye. Ne ji mafê Îran an jî mafê dewleteke dîtire ku tengava Hurmuzê têxin bin serweriya xwe. Îran ne ji zekayekî siyasî vê yekê dike, eger wisa bike dê têkiliyên xwe bi gelek dewletên cîhanê re wenda bike û li beramberî civaka navneteweyî têkeve quncikê.”

Cemal Raif, rojnamevan û pisporê kar û barên Îranê û lêkolîner e. Pisgirêkên Îranê û guhertinên hêzên herêmî yên li Rojhilata Navîn lêkolîn dike.

(np)

ANHA