Sûriye bi tundiya mezhebî ya zêde re rû bi rû ye

Li Sûriyeyê aloziyên kûr hene, li ser jiyana civakê xetereyê çêdike û dibe sedema parçebûnê û bêaramiyê. Li Şam, Humis û herêmên dîtir gelek bûyerên tundiyê dubare dibin. Hiqûqnas Adil El Hadî got eger rojane di aliyê mezhebî de tehrîk hebin û kiryaran li dijî kêmneteweyan bikin, dê li welat tundî zêdetir bibe.

Sûriye bi tundiya mezhebî ya zêde re rû bi rû ye
15 gulan, 2026   05:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên Sûriyeyê tundûtûjiya mezhebî zêde dibe, metirsî hene ku ev yek bandore li ser siberoja welat bike û aliyê civakî û siyasî ve aramî çênebe. Piştî hilweşîna rejîma Baas 668 bûyer qewimîn, di encamê de 818 kes nav wan jin û zarok jî hene, hatine kuştin. Ev yek nîşan dide ku pirsgirêkên ewlehiyê hene û aliyê civakî de tundî zêde bûye.

Ev bûyerên kuştin li gelek parêzehan qewimîn. Ji roja 8`ê Kanûna 2024`an heyanî dawiya salê 93`ê buyer qewimîn û di encamê de 160 kes ji wan 153 mêr, 4 jin û 3`ê zarok hatin kuştin.

Sala 2025`an hejmara buyeran zêdetir bû. Di sala 2025`an 401 buyer qewimîn û di encamê de 464 kes ji wan 354 mêr, 77 jin û 33`ê zarok hatin kuştin.

Sala 2026`an jî heyanî niha 174 buyer hatine belgekirin û di encamê de 194 kes ji wan 155 mêr, 26 jin û 13 zarok hatin kuştin.

BÛYERÊN TUNDIYÊ DIDOMIN

Li herêma Berava Sûriyeyê di navbera 6-10 Adara 2025`an gelek buyerên tundtûjiyê qewimîn. Hêzên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê û komên girêdayî dewleta Tirk gotin ku ew li hemberî bermahiyên rejîma Sûriyeyê ya berê şer dikin.

29`ê Gulana 2025`an Rêxistina Çavdêriya Tawanên li dijî Mirovahiyê ya Navneteweyî raporek belav kir. Di raporê de hatibû ziman ku 62 komkujiyên mezhebî belge kirine. Di 3 rojan de li gund û bajarên peravê 62 komkujî pêk anîn û di encama komkujiyan de hezar û 676 sivîl hatibûn kuştin.

Her wiha di raporê de anîbûn ziman ku çekdarên cilûbergên leşkerî yên fermî li xwe kiribûn darvekirinên meydanî pêk anîbûn. Her wiha zêdetirî 50 jin revandine û ew li cihên nediyar asê kirine. Hat belge kirin ku ew jinên revandine kirine sebî û bi kar anîne.

Reutersê di Tîrmeha 2025`an de raporeke lêkolînê li ser bûyerên li peravê yên di 7-9`ê Tîrmehê de weşand. Di lêkolînê de hatibû gotin ku herî kêm hezar û 479 kes hatine kuştin û li zêdetirî 40 cihî mirov winda bûne û talan kirine.

27`ê Adara 2026`an li bajarê El Siqêlbiyê yê girêdayî Hemayê komeke çekdar ket bajar û tacîz li keç û xortên bajar kir.

Li gelek herêmên Sûriyeyê tundiya mezhebî didome. 7`ê Gulanê kesên nenaskirî û li ser riwê xwe girtibûn li avahiya xwendevanan a Şamê bi ser yekeyên 9 û 17 ên xwendevanên elewî de girtin. Ji ber vê bûyerê xwendevan gelekî tirsiyan.

Hiqûqnas û siyasetmedarê serbixwe yê ji Siwêdayê Adil El Hadî têkildarî mijarê got ji ber kiryarên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û destwerdana Tirkiyê ji Sûriyeyê re tundtûjiya mezhebî zêde bûye.

NE GENGAZ E KU ARAMÎ LI SÛRIYEYÊ ÇÊBE

Adil El Hadî got zehmet e li Sûriyeyê aramî çêbe û wiha got: "Heyanî ku komên çekdar li ser desthilatdariyê bin û li ser çapemeniya fermî teşwîqî mezhebperestiyê dikin, rojane ji kêmneteweyan dikujin, direvînin û wan ji mûçeyên wan mehrûm dikin, aramî li Sûriyeyê çênabe. Di encama van kiryaran de tundî zêde dibe, civak ji hev parçe dibe û aliyê siyasî de xetimandin çêdibe.”

El Hadî ev li gotinên zêde kir: "Ji bo sivîl li Sûriyeyê werin parastin divê biryara 2254’an a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî pêk were. Yan jî biryara Konseya Ewlehiyê ya 2799’an pêk were."

(np)

ANHA