Rêwîtiya sed salan a zimanê kurdî li Rojava dê bigihêje misogeriya destûrî?

Li Rojava têkoşîna ji bo zimanê kurdî ku ji sala 1928`an ve didome, bi Şoreşa 19`ê Tîrmehê re bi beden bû. Niha jî bi peymana 29`ê Çileyê re dan û standin tên kirin ku kurdî di destûrê de bê misogerkirin.

Rêwîtiya sed salan a zimanê kurdî li Rojava dê bigihêje misogeriya destûrî?
15 gulan, 2026   03:25
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Îro 15`ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Ji sala 2006`an ve Kurd 15`ê Gulanê pîroz dikin. 

Di 15`ê Gulana 1932`yan de, li paytexta Sûriyeyê Şamê bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan ji aliyê rewşenbîrên Kurd ve, kovara Hawarê hat derxistin. Kovar, di weşangeriya kurdî de bû yekem weşana ku bi tîpên latînî weşanê dike. Ji ziman, çand, wêje, nasname û heta siyasetê gelek mijar bûn rojevên kovarê.

Ji ber vê yekê 15`ê Gulanê di nava Kurdan de cihekî girîng girtiye. Di sala 2006`an de jî ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ve ev roj wek Cejna Zimanê Kurdî hat îlankirin.

Di salvegereke nû ya 15`ê Gulanê de zimanê kurdî hîn jî rojeveke girîng a siyasetê ye. Bi taybet li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, naskirin û misogerkirina qanûnî ya zimanê kurdî tê nîqaşkirin.

ROJAVA Û ŞOREŞA ZIMAN

Li Sûriye û Rojava, ziman û perwerdeya kurdî niha rojeveke bingehîn e û nîqaş li ser berdewam dikin. Têkoşîna ku Kurdan nêzî sed sal beriya niha dabû destpêkirin, niha gihaştiye asta qebûlkirina yasayî.

Bi Şerê Cîhanê yê Yekemîn re Kurdistan di nava çar dewletan de hat parçekirin. Rojava wekî parçeyê herî biçûk di nava sînorê Sûriyeyê de hat hiştin. Têkoşîna Kurdan a li vî parçeyî zêdetirîn li ser ziman, çand û wêjeyê bi pêş ket.

Kurdan cara yekem di sala 1928`an de daxwazên xwe pêşkêşî meclisa damezrîner a Sûriyeyê ya girêdayî Fransayê kirin. Di nava daxwazan de perwerdeya bi kurdî û li gel zimanê fermî, bikaranîna zimanê kurdî jî hebû. Lê ji ber aliyên nîjadperest ên Tirk û Ereb ev daxwaz nehatibûn qebûlkirin.

Kurdan têkoşîna ziman û perwerdeyê heta 1956`an bi pêşengiya kesayetên wekî Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Celadet Bedirxan, Qedrî Canê Dêriki û Cegerxwîn bi rengê perwerde û weşangeriyan derxistin asteke jortir.

KEMBERA EREBÎ

8'ê Adara 1963'yan Partiya Baasê li Sûriyeyê bû desthilatdar û polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê li dijî Kurdan dan destpêkirin. Di sala 1974'an de projeya Kembera Erebî pêk anî. Bi vê yekê re zextên li ser zimanê kurdî jî zêde bûn. Li hember van zextan têkoşîna ziman a gelê Kurd heya salên 1980'yî zêdetir bû.

Ji vê dîrokê ve girêdayî pêşketina hişmendiya kurdî ya li tevahiya Kurdistanê, li Rojava jî xebatên ziman û çandê ji nû ve geş bûn. Li hember zext û êrişên rejîmê bi awayekî veşartî perwerdeyên ziman li gelek gund û bajaran hatin meşandin.  

ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

Bi destpêkirina pêvajoya şoreşa li Suriyê û Rojavayê Kurdistanê re, derfet çêbûn ku têkoşîna bi salan veguhere sazûmaniyekê. Xebatên ziman bi serkêşiya Saziya Zimanê Kurdî (SZK) hatin meşandin.

SZK’ê di sala 2010`an de ku pêkutiyên rejîma Baasê zêde bûn, xebatên xwe li Helebê dan destpêkirin.

Xebatên ku heta Adara 2011`an bi awayekî veşartî hatin meşandin, hîmê dibistanên zimanê kurdî ava kir. Bi destpêkirina pêvajoya Şoreşa 19`ê Tîrmehê (2012) re xebatên ziman li Efrîn, Qamişlo, Kobanê, Hesekê, Dêrik, Amûdê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Girkê Legê û Tirbespiyê veguherîn sazûmaniyê.

Di encama van xebatan de ji sedî zêdetir dibistan hatin vekirin û ji 7 salî heta 70 salî ji bo hemû beşên civakê perwerde hatin dayîn û bi sedan mamoste hatin gihandin.

Ji bilî dibistanên zimanê kurdî, li dibistanên fermî jî dersên kurdî hatin dayîn. Di vê çarçoveyê de ji bo mamosteyên dibistanan perwerdeyên ziman hatin dayîn.

SZK`ê di Gulana sala 2012’an de li bajarê Amûdê konferansa xwe ya 3’yemîn li dar xist. Di vê konferansê de biryarên wekî “avakirina yekitiya mamosteyan û derxistina kovara ziman” hatin dayîn. Di heman salê de Yekitiya Mamosteyan hat avakirin.

Ji sala 2013`an ve ji bo ku dersên din jî (zanistî û wêjeyî) bi zimanê kurdî bên dayîn, materyal hatin hazirkirin. Ji bo vê yekê akademî û peymangeh hatin avakirin, her wiha Saziya Minhacan hat damezirandin.

BÛ YEK JI ZIMANÊN FERMÎ YÊN RÊVEBERIYA XWESER

Dema ku 2014`an Rêveberiya Xweser a Demokratîk hat îlankirin û Hevpeymana Civakî hat qebûlkirin, zimanê kurdî jî li gel zimanên erebî û suryanî wek zimanê fermî hat erêkirin.

Ji 2014’an heta niha kurdî jî, ji dibistanên seretayî heta zanîngehan wek zimanê perwerde û fêrkirinê tê bikaranîn.

QONAXA MISOGERIYA DESTÛRÎ

Bi Peymana 29`ê Çileyê re rêwîtiya zimanê kurdî jî derbasî qonaxeke nû bû. Xala herî sereke jî ew e ku zimanê kurdî di destûra nû ya Sûriyeyê de bê misogerkirin û bibe zimanê perwerdeyê.

Di hevdîtinên heta niha yên Şam û Rojava de, mijarên wekî “zimanê kurdî bê fermîkirin, bibe zimanê perwerdeyê, navên kurdî (navên wargeh, saziyên fermî, dever û hwd) bên nasîn” tên gotûbêjkirin.

Ev mijar hîn bi encam nebûne, lê kurd di wê baweriyê de ne ku têkoşîna wan a ziman dê bi destûra nû misoger bibe.

(a)

ANHA