Serdana El Şeri bo DYA’yê û zextên li ser Lubnanê rojevên rojnameyan erebî ne

Çavdêran diyar kir ku serdana Ehmed El Şeri bo Washingtonê xaleke girîng de di têkiliyên Şam û Washingtonê de, dibe ku deriyê qonaxeke nû ya lihevkirinên di navbera her du aliyan de veke. Li aliyekî din zexta DYA û Îsraîlê ya li ser Lubnanê zêde dibe.

Serdana El Şeri bo DYA’yê û zextên li ser Lubnanê rojevên rojnameyan erebî ne
3 mijdar, 2025   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro der barê serdana Ehmed El Şeri ya li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û zexta Îsraîl û DYA’yê ya li ser Lubnanê de nivîsîn.

SERDANA EL ŞERI BO QESRA SPÎ: XALEKE GIRÎNG DI TÊKILIYÊN WASHINGTON Û ŞAMÊ DE

Rojnameya El Ereb diyar kir ku serdana serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şeri bo Qesra Spî xaleke girîng e di têkiliyên Şam û Washingtonê de û nivîsî ku çavdêr wê serdanê wek "destpêka peymaneke ewlehiyê ya bi Îsraîlê re dibînin, lê pirs ev e ku dê sûriyeyî çi bedelê bidin?”

Rojnameyê wiha lê zêde kir: "Tê payîn ku serok El Şeri di serdana xwe ya Qesra Spî de peymanek ji bo tevlêbûna Koalîsyona Navneteweyî ya ji bo şerê li dijî DAIŞ`ê îmze bike."

El Ereb li ser zimanê berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê nivîsî ku rêveberiya Trump piştgiriyê dide rakirina cezayan û diyar kir ku Washington "pêşwaziya beşdariya erebî li Sûriyeyê dike ku Ereb beşdarî pêkanîna aştî û geşepêdanê bibin.”

‘LUBNAN: VEBIJÊRKÊN DAN Û STANDIN Û ŞER

Rojnameya El Quds El Erebî bal kişand ser zexta zêde ya DYA û Îsraîlê ya li ser Lubnanê, di vê demê de ku aloziyên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de zêde dibin.

Rojnameyê nivîsî ku ev zext çawa veguheriye gefên dijwar ên ji aliyê rayedarên payebilind ên Îsraîlê ve, bi taybetî Benjamin Netanyahu, Yisrael Katz û Gideon Saar ku gef li hikumeta Lubnanê xwarine û êrişî Hizbullahê kirin.

Wek bersiva van gefan serokkomarê Lubnanê Cozêf Ewn daxuyanî da û bang li artêşê kir ku bersiva her êrişeke Îsraîlê bidin û diyar kir ku her pevçûneke bi Îsraîlê re divê ji aliyê dewleta Lubnanê ve were kirin, ne ji hêla Hizbullahê ve. Ev helwest wek hewldaneke ji bo ji nû ve destnîşankirina sînorên berpirsyariya leşkerî û siyasî yên li Lubnanê hate dîtin.

(k)