Çeteyan li şêniyekî da û milkên wî desteser kirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Girê Spî îşkence li şêniyekî kir û milkên wî desteser kirin.

Çeteyan li şêniyekî da û milkên wî desteser kirin
3 mijdar, 2025   10:54
EYN ÎSA

Li bajarê Girê Spî yê ku ji 2019’an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, tevlihevî, kuştin û revandina şêniyan û desteserkirina mal û milkên wan dewam dikin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecih hatine wergirtin, komek çete duh (2 Mijdar) li gundê Menkelî îşkence li Mistefa El Eyaf (45) ê ji eşîra El Bû Esaf kir û pere û telefona wî jê standin.

Rêvebirê dibistana Sebax a li bajarê Girê Spî ku rewşa perwerdeyê rexne kiribû û daxwaza başkirina wê kiribû, duh ji aliyê 3 çeteyan ve hatibû revandin û îşkence lê hatibû kirin. Şêniyan, rêvebirê dibistanê li cihekî dît ku xeriqî bû.

(bb)

ANHA