Serçeteyekî Sultan Murad li Hewlêrê ye

Desthilata Başûrê Kurdistanê careke din serçeteyekî çeteyên Sultan Murad ku kujerekî Kurdan e, pêşwazî kir.

Serçeteyekî Sultan Murad li Hewlêrê ye
30 cotmeh, 2024   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyan, bajarên Başûrê Kurdistanê yên di bin kontrola malbata Barzanî de veguherîne navendên kombûna kujerên Kurdan. Li Hewlêrê serçete û nûnerê koma çeteyan a bi navê Sultan Murad, hate pêşwazîkirin. Van çeteyan gelek sûc li dijî Kurdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine. 

Di heman demê de hin navend veguherîne amûrên çewisandin û bêdengkirina kurdistaniyan. Dema ku ew çete li Hewlêrê tên pêşwazîkirin, desthilata Başûrê Kurdistanê girtina rojnamevan Silêman Ehmed û gelek rojnamevan û çalakvanên siyasî yên Kurd didomîne.

Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) di çarçoveya "hevdîtinên şêwiriyê yên desteya dan û standinan" de li Hewlêrê "serokê desteya dan û standinan" Bedir Camûs û nûnerê çeteyên "Sultan Murad" Ehmed Osman pêşwazî kirin.

Hemwextî hevdîtinê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Di encamê de zêdetirî 30 navendên stratejîk, rawestiyan û 17 kes şehîd bûn û 65 kes jî birîndar bûn.

Ev ne cara yekê ye ku desthilata Başûr û li bajarên di bin destê malbata Barzanî de, wan çeteyan pêşwazî dikin. Di çend salên dawîn de serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî serokê îtîlafê yê wê demê Xalid Xoce û Nesir El Herîrî pêşwazî kirin.

Li gorî gelek aliyên siyasî û çavdêrên kar û barên Kurdistanê, ev helwest êşa gelê Kurd paşguh dike û êrişên dewleta Tirk û sûcên çeteyên wê yên Sultan Murad li Efrîna dagirkirî rewa dike.

(şx/k)

ANHA