Gelê kantona Firatê sersaxî da malbata şehîd Tolîn

Duh bi merasîmeke girseyî şehîd Tolîn Pelşîn Baz li Pakrewangeha Şehîd Dîcle hatibû oxirkirin, îro jî xelkê kantona Firatê sersaxî ji malbatê re xwest.

Gelê kantona Firatê sersaxî da malbata şehîd Tolîn
Gelê kantona Firatê sersaxî da malbata şehîd Tolîn
Gelê kantona Firatê sersaxî da malbata şehîd Tolîn
Gelê kantona Firatê sersaxî da malbata şehîd Tolîn
Gelê kantona Firatê sersaxî da malbata şehîd Tolîn
Gelê kantona Firatê sersaxî da malbata şehîd Tolîn
Gelê kantona Firatê sersaxî da malbata şehîd Tolîn
Gelê kantona Firatê sersaxî da malbata şehîd Tolîn
30 cotmeh, 2024   12:29
KOBANÊ

Di 27`ê Cotmehê de di êrişa dewleta Tirk a dagirker de, şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Tolîn Pelşîn Baz şehîd bûbû. Duh şehîd Tolîn bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Îro endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û gelê kantona Firatê sersaxî da malbata şehîd Tolîn Pelşîn Baz. Piştî ku girseya gel gihaşt konê sersaxiyê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Necmê Kinco axivî.

Necmê Kinco got dê bi hêza xwe dewleta Tirk a dagirker têk bibin û wiha domand: “Em ê zarokên xwe bi rêxistin bikin û bila berxwedanê li çeperên şer bikin. Rast e Tolîn çû lê dê bi hezaran Tolîn jî rabin ser pêyan, ew jî bi fikra Rêber Apo ye û xeta şehîdan e.”

Hevserokê Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê Arif Balî jî got: “Têkoşîneke demdirêj wek gelê Kurd û PKK`ê li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo hemû gelan û ji bo avakirina kurdistaneke azad li ber xwe didin. Em jî wek gel li vir berxwedana xwe didomînin û em ê bi hêza xwe li ber xwe bidin.”

Bavê şehîd Tolîn Elî Ehmed jî got: “Dema zarokê me jî bibe em ê di guhê wî de bang bikin û bêjin bijî Serok Apo û em ê li ser wî esasî li ber xwe bidin."

(EKÎP)

ANHA