Li Reqayê êrişa DAIŞ`ê: 6 kes hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Reqayê êrişek kir, di encamêde 4 leşkerên hikumeta Şamê û 2 kesên din hatin kuştin.

Li Reqayê êrişa DAIŞ`ê: 6 kes hatin kuştin
30 cotmeh, 2024   12:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku 4 leşkerên hêzên hikumeta Şamê û 2 kesên din di êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ`ê de li rojavayê bajarokê Şenan ê li ser rêya Şiwêhan a leşkerî li herêma Resafe ya bajarê Reqayê, hatine kuştin.

SOHR`ê da zanîn ku şaneyan bi 3 erebeyan êriş kirin û 3 efser û leşkerekî hikumeta Şamê kuştin.

 (şx/k)