Serbistan û Swêdê ji welatiyên xwe xwestin ku ji Îranê derkevin

Ji ber aloziya dawî ya li Îranê û gefên Amerîkayê yên bi çalakiya leşkerî, Serbistan û Swêdê ji welatiyên xwe xwestin ku yekser ji Îranê derkevin û neçin Îranê.

Serbistan û Swêdê ji welatiyên xwe xwestin ku ji Îranê derkevin
21 sibat, 2026   18:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Serbistan û Swêdê ji welatiyên xwe xwestin ku ji Îranê derkevin, di demekê de ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê gefa êrişê li Îranê dixwe.

Wezareta Derve ya Serbistanê li ser malper û medyaya civakî ya xwe nivîsand ku "ji ber zêdebûna rageşiyê û metirsiya xirabûna rewşa ewlehiyê, em pêşniyar dikin ku hemî welatiyên Komara Serbistanê yên ku niha li Komara Îslamî ya Îranê ne, di zûtirîn dem de welêt biterikînin."

Li Stockholmê, Wezîrê Derve yê Swêdê Malmer Steinergard bi rêya platforma X bang li welatiyên Swêdê yên ku niha li Îranê ne kir ku derkevin û neçin wî welatî.

Serbistanê berê di nîvê meha Çile de bang li welatiyên xwe kiribû ku ji Îranê derkevin û neçin wir.

 (ac)

ANHA