Li Dêrazorê kirîza kêmbûna sotemeniyê

Piştî girtina rafineriyên demkî, li Dêrazorê kirîza kêmbûna sotemeniyê zêde bûye û bihayê wê bilind bûye.

Li Dêrazorê kirîza kêmbûna sotemeniyê
21 sibat, 2026   16:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundewarê rojhilat û rojavayê Dêrazorê, piştî ku rafineriyên demkî yên çêkirina mazotê ji hêla Hikûmeta Demkî ve, kirîza kêmbûna sotemeniyê zêde bûye.

Şêniyên herêmê demên dirêj li dorê radiwestin ta ku cerekî gaze yan hinek kaz bidest bixin.

Vîdyoyek ku ji hêla çalakvanan ve hatiye belavkirin nîşan dide ku bi dehan kes ji ber kêmbûna sotemeniyê kom dibin. Şêniyan diyar kir ku kaz, mazot û gaz tune ye. Şêniyan totin ku , Wezareta Enerjiyê ya Hikûmeta Demkî berpirsyarê vê krîzê û daxwaza tedbîrên pratîkî kirin da ku sotemeniyê, bi taybet gaza ku ji bo çêkirina xwarinê ya rojane tê bikar anîn, peyda bike.

(k)