Berpirsiyarekî Hizbullahê: Ji bilî berxwedanê ti vebijêrk nemaye

Rojek piştî êrişên kujer ên Îsraîlê li ser Bekaa li rojhilatê Lubnanê, berpirsekî Hizbullah teqez kir ku, berxwedan tekane vebijêrk e.

Berpirsiyarekî Hizbullahê: Ji bilî berxwedanê ti vebijêrk nemaye
21 sibat, 2026   20:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê serokê konseya siyasî ya Hizbullahê Mehmûd Qematî roja Şemiyê komkujiya li Bekaa li rojhilatê Lubnanê şermezar kir, rojek piştî ku 8 endamên partiyê di êrişên asmanî yên Îsraîlê de hatin kuştin. Her wiha teqez kir ku ji bilî berxwedanê ti vebijêrk nemaye.

Qematî ji televîzyona Al Menar re got: "Tiştê ku duh li Bekayê qewimî komkujiyek nû û êrişeke nû ye, ku ji hemû astên êrişkariya berê ya li dijî Lubnanê derbas dike. Ji bo parastina xwe û welatê xwe çi vebijarkek li cem me maye? Ji bilî berxwedanê çi vebijarkek li cem me heye? Êdî ti vebijarkek me tune."

(ac)

ANHA