Şera hevdîtin bi emîrê Erebistana Siûdiyê re kir

Serokê hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şera hevdîtin bi emîrê Erebistana Siûdiyê Mihemed Bin Selman re kir.

Şera hevdîtin bi emîrê Erebistana Siûdiyê re kir
4 mijdar, 2026   17:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) anî ziman ku hevdîtin li koşka El Yemama ya paytexta Erebistana Siûdî El Riyad pêk hat. Ji her du aliyan wezîr û berpirs tev lê hevdîtinê bûn. Di hevdîtinê de rê û rêbazên pêşxistina têkiliyan û destek dayîna hevdû hatiye nirxandin.

Serokê hikûmeta veguhêz Ehmed El Şera, Wezîrê Karê û Barê Derve, Wezîrê Parastinê, Wezîrê pîşesaziyê, Wezîrê Bazirganiyê û berpirsê îstixbarata giştî îro (çarşem) gihêştin El Riyad.

(np)