Şêniyên Tirbespiyê ji hêzên leşkerî re xwarinê amade dikin

Komek keç û xortên ciwan ên bajarê Tirbespiyê ji bo hêzên leşkerî yên herêmê diparêzin, xwarin amade kirin. Ciwanan diyar kir ku ew bi her awayî piştgiriya hêzên xwe dikin.

Şêniyên Tirbespiyê ji hêzên leşkerî re xwarinê amade dikin
Şêniyên Tirbespiyê ji hêzên leşkerî re xwarinê amade dikin
Şêniyên Tirbespiyê ji hêzên leşkerî re xwarinê amade dikin
Şêniyên Tirbespiyê ji hêzên leşkerî re xwarinê amade dikin
26 ÇILE, 2026   16:40
QAMIŞLO

Di çarçoveya seferberiya giştî de ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatiye ragihandin, komeke keç û xortên ciwan ên bajarê Tirbespiyê ji bo hêzên leşkerî yên herêmê diparêzin, xwarin amade kirin.

Ehmed Osman yek ji beşdarên vê destpêşxeriyê, diyar kir ku têkoşîna hêzên leşkerî di salên borî de û têkoşîna wan a niha ji bo her kesî cihê serbilindiyê ye.

Osman diyar kir ku gelê Rojava, her yek li gorî karîna xwe tev li seferberiya giştî bûye û banga berdewama piştgiriya ji bo hêzan kir. Osman da zanîn ku şêniyên bajêr dê heta serkeftinê yekgirtî bin û piştgirya hêzên xwe bikin.

(k)