Şahida komkujiya Xirab Hişkê: Di binê kavilan de qurbanî hene

Şahida komkujiya gundê Xirab Hişkê yê Kobanê diyar kir ku hin qurbanî di bin kavilan de hene.

Şahida komkujiya Xirab Hişkê: Di binê kavilan de qurbanî hene
26 ÇILE, 2026   16:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî agirbestê, çeteyên hikumeta demkî yên destekê ji dewleta Tirk a dagirker digirin, êrişên xwe li ser gundên bajarê Kobanê didomînin.

Nûçegihanê me diyar kir ku çeteyan gundê Xirab Hişkê yê li başûrê rojhilatê Kobanê bi dijwarî topbaran kir û komkujî kir. Di encamê de 2 jê zarok, 5 sivîl şehîd bûn û hin birîndar bûn.

Şahideke komkujiyê diyar kir ku tevî hêzên leşkerî li gund tune ne, lê şevê din malên sivîlan hatin topbarankirin.

Şahida komkujiyê da zanîn ku derdora saet 23.00’an jî balafir li ser gund digeriyan, lewre şênî ji bo parastina xwe li 2 malan bi cih bûn. Her wiha anî ziman ku malek hat hedefkirin, di encamê de hin sivîl şehîd bûn û hin birîndar bûn û hin jî di bin kavilan de mane.

(b)

ANHA