Şêniyên Tirbespiyê: Heta azadiya Rêbertî em ê li qadan bin

Şêniyên Tirbespiyê li dijî tecrîda ya li ser Rêber Abdullah Ocalan got “Heta Rêbertiya me ezad bibe em ê li qadan bin.”

Şêniyên Tirbespiyê: Heta azadiya Rêbertî em ê li qadan bin
27 hezîran, 2024   02:35
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Şêniyên bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan de nêrînên xwe parve kirin. Şêniyan got dê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin.

Micdewelî Elî tecrîda li aer Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya CPT’yê ya li hemberî tecrîdê şermezar kirin û got: “Tecrîdeke giran li ser Rêberê me heye. Di serî de CPT, her kes vê tecrîdê dibîne lê xwe bê deng dike.”

Micdewelî Elî diyar kir ku wek êzidî, bi taybetî jin, bi saya Rêber Abdullah Ocalan xwe û mafên xwe nas kirine û wiha dom da axaftina xwe: “Rêberê me ji bo me bingehek da avakirin. Êdî çavê xwe li rastiyê vekin, Rêber Abdullah Ocalan xwedî fikir û felsefe ye. Gelek milet li pey doza wî ne.”

Ehmed El Îbrahîm diyar kir ku ramanên Rêber Abdulah Ocalan hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hev kom dikin û got dê heya dawiyê ji bo wî têkoşînê bikin.

Ehmed El Îbrahîm got: “Mafê Rêbertî heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Felsefeya Rêbertî li cîhanê belav bûye. Em daxwaza azadiya wî dikin û em ê wek hemû pêkhate her li qadan bin.”

Şerîfa Murad jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker naxwaze ramanên Rêber Abdullah Ocalan belav bibin, lewra tecrîdê li ser wî giran dike û got: “Rêber Abdullah Ocalan rêber û fîlozofê yekemîn ê azadiya jinan e, di ramanên xwe mafên jinan dibêje. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku bi Şoreşa Jinan tê nasîn berhemdên fikr û felsfeya Rêber Abdullah Ocalan e.”

ANHA