Desteya Ciwan û Werzîşê tîma Ciwanên Holê xelat kir

Desteya Ciwan û Werzîşê li Stadyûma Şehîdên  Muftî ya Hesekê şahiya xelatkirina tîma Ciwanên Holê û Dibistana Nimûr Taykwando, li dar xist.

Desteya Ciwan û Werzîşê tîma Ciwanên Holê xelat kir
Desteya Ciwan û Werzîşê tîma Ciwanên Holê xelat kir
Desteya Ciwan û Werzîşê tîma Ciwanên Holê xelat kir
Desteya Ciwan û Werzîşê tîma Ciwanên Holê xelat kir
Desteya Ciwan û Werzîşê tîma Ciwanên Holê xelat kir
Desteya Ciwan û Werzîşê tîma Ciwanên Holê xelat kir
Desteya Ciwan û Werzîşê tîma Ciwanên Holê xelat kir
Desteya Ciwan û Werzîşê tîma Ciwanên Holê xelat kir
Desteya Ciwan û Werzîşê tîma Ciwanên Holê xelat kir
26 hezîran 2024   21:21
HESEKÊ

Desteya Ciwan û Werzîşê ji bo serketina tîma Ciwanên Holê ya fotbolê di dewriyeya Şehîd Bîşeng Birûsk a li ser asta Cizîrê de şahiya xelatkirinê li dar xist. Her wiha di şahiyê de dibistana Nimûr Taykwando jî hat xelatkirin. Şahî li Stadyûma Şehîdên Muftî ya Hesekê hat organîzekirin.

Di şahiyê de ndamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û gelek werzîşvan beşdar bûn.

Her wiha endama rêveber a Desteya Ciwan û Werzîşê Betûl El Semîr kabtinê tîmê Heson El Hisên xelat kir.

Li kêlek wê Betûl mertalek da endamê Desteya Rêveber a dibistana Nimûr Taykwando Ebdulezîz Abî.

Di dawiyê de çalakî bi gerandina dîlan û stranan bi dawî bû.

 (fr)