Şêniyên Tirbespiyê: Em ê heta dawiyê bi Rêber Apo re bin

Şêniyên Tirbespiyê diyar kir ku ew ê her tim li qadan bin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bê.

Şêniyên Tirbespiyê: Em ê heta dawiyê bi Rêber Apo re bin
17 tebax, 2024   02:25
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Dewleta Tirk a dagirker tecrîdê li Îmraliyê girantir dike û li dijî vê yekê bertekên li hember tecrîdê jî her diçe zêde dibin. Şêniyên bajarê Tirbespiyê ya kantona Cizîrê jî, ji ajansa mera axivîn û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Belqîs Hisên diyar kir ku dagirkeriya Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan tecrîd girantir dike, em jî wek jin ji dewleta Tirk a faşîst re dibêjin, em ê heta dawî li pey fikra serokê xwe bin û wiha got: “Ez tecîrda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û bê dengiya dewletên ku navê mirovahityê li xwe dikin şermezar dikin.”

Belqîs destnîşan kir ku ew bi saye fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ra xwe naskir û got:” Jin bi fikra Rêbertî ji xwere esas digirin, ji ber ku bi saya wî em gihan vê astê, Rêbertî em azad kirin. Ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêbertî em ê her tim li qadan bin.”

Ebid El Wehab jî diyar kir ku ew ê her tim ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Rêbertî ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo her mirovekî ku xwe bindeste dibêne ji bo wan têkoşîn dike. Em ê bi çalakiyên xwe dengê xwe bighênin tevahî cîhanê, li pey serokê xwe bin heta dawî.”

Welatiyê bi navê Reed El Seran jî got dewleta Tirk a dagirker ji fikra Rêber Abdullah Ocalan ditirse lewra tecrîdê girantir dike û got: “Faşîzma Tirk ji projeya Rêbertî ya ku hemî neteweyan tîne gel hev, ditirse. Lewre tecrîdê giran dike. Ez wek welatiyek, bang li her kesî dikim ku ji bo rakirina tecrîdê dakevin qadan.”

ANHA