Meclisa Jinan a Sûriyeyê salvegera serhildana Siwêdayê pîroz kir

Meclisa Jinan a Sûriyê bi boneya salvegera 1'emîn a serhildana Siwêdayê piştgiriya xwe ji serhildanê re nîşan da. Her wiha meclisê banga pêkanîna tecrûbeya Rêveberiya Xweser li gorî nirxên demokrasî, pirrengî, nenavendî û mafên jinan, kir.

Meclisa Jinan a Sûriyeyê salvegera serhildana Siwêdayê pîroz kir
16 tebax 2024   19:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinan Sûriyeyê bi boneya salvegera 1'emîn a serhildana Siwêdayê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de banga çalakkirina diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dema ku Rêveberiya Xweser ji seranserî Sûriyeyê re peyamên aştiyê didan, serhildana Siwêdayê dest pê kir ku banga hilweşandina rejîmê û vejandina Sûriyeyê bi tecrûbeya Rêveberiya Xweser li gorî nirxên demokrasî, pirrengî, nenavendî û mafên jinan, kir.

Di dawiya daxuyaniyê de piştgirî ji bo her serhildaneke aştiyane ya li ser bingeha yekitiya xaka Sûriyeyê, derxistina hêzên biyanî û dagirker ji xaka Sûriyeyê û çalakkirina diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê, hat nîşndan.

(mh)