Şêniyên Til Temirê: Yekitiya Kurdan girîng e

 Xelkê bajarê Til Temirê got yekitiya Kurdan ji bo parastina paşerojê girîng e.

Şêniyên Til Temirê: Yekitiya Kurdan girîng e
7 sibat, 2026   04:05
HESEKE

Gelê Kurd li hemberî êriş û komployên li ser Rojava, banga yekitiyê dike û dibêje yekitî gelê Kurd bi hêz dike.

Meha El Salih anî ziman ku îro pêwîstiya gelê Kurd bi yekitiyê heye û got: “Li beramberî şert û mercên herêm tê re derbas dibe, pêdivî pê heye ku gelê Kurd xwedî yek helwestê be da ku civak were parastin û aramî çêbe.”

Mehmûd El Mihemed jî got: “Di ser Peymana Sykes-Picot re zêdetirî sed sal derbas bûn, di wê peymanê de Kurdistan kirin çar parçe. Îro gelê Kurd divê hemû nakokiyên xwe bide aliyekî û yekitiya gelê Kurd çêbe. Di vê pêvajoyê de pêwîst e berjwendiyên gelê Kurd di ser her tiştî re werin girtin.”

Terfa Fewaz got hêza gel di hevgirtinê de diyar dibe û wiha got: “Hevgirtin pirsgirêk û aloziyan sivik dike. Eger yekitiya gelê Kurd xurttir nebe dê siberoja wan bikeve xetereyê. Lihevhatin dê aramiyê çêke.”

 ANHA