Rêber Abdullah Ocalan: Siberoja Rojhilata Navîn di avakirina civaka demokratîk de ye

Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe ya ji bo Konferansa Konfederalîzma Demokratîk a li bajarê Torino yê Îtalyayê de got “Siberoja Rojhilata Navîn ne di şerên nû û peywendiyên nû yên desthilatdariyê de ye, di avakirina civaka demokratîk de ye. Rizgarî di yekitiya azad a gelan de û xurtkirina siyaseta demokratîk de ye”

Rêber Abdullah Ocalan: Siberoja Rojhilata Navîn di avakirina civaka demokratîk de ye
17 cotmeh, 2026   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan ji Konferansa Konfederalîzma Demokratîk a li bajarê Torino yê Îtalyayê re peyam şand.

Peyama Rêber Abdullah Ocalan bi vî rengî ye:

“Dostên hêja..

Ez we ji Îmraliyê, bi hestên piştevaniya navneteweyî û azadiyê slav dikim. Hêvî dikim ku konferansa we bibe alîkar ji bo avakirina yekitiya wekhev, azadiya gelan û aştiya mayînde ya li Rojhilata Navîn.

Rojhilata Navîn îro di nav qonaxeke girîng re derbas dibe. Şer, pevçûn, çareseriyên dewlet-neteweyî û polîtîkayên ewlehiyê ji gelan re aştî û azadî neanîn. Ev tişt êdî eşkere ye. Ji ber vê yekê erka me ya bingehîn ew e ku em siyaseta şer berdin û siyaseta demokratîk esas bigirin; civakê birêxistin bikin û serdemeke nû ya ku jiyana hevpar a wekhev û azad a gelan misoger dike ava bikin.

Perspektîfa konfederalîzma demokratîk û Komara Demokratîk, yek ji sernavên sereke yên nîqaşê yên vê lêgerînê ye.

Fesixkirina PKK’ê û bidawîbûna stratejiya têkoşîna çekdarî, divê mîna destpêka serdemeke nû were dîtin. Ev guherîn, nêzîkatiyeke nû venêrîneke nû ya ji bo meseleyê jî neçar dike.

Divê em bi eşkereyî bibêjin ku bidawîbûna têkoşîna çekdarî bi tenê nayê wateya aştiyê. Ji bo ku di encama pêvajoyê de aştî bibe mayînde; divê sedemên pevçûnê ji holê werin rakirin, hebûn, ziman û çanda Kurdî were misogerkirin, astengiyên li ber siyaseta demokratîk werin rakirin û hemwelatiya wekhev bigihîje garantiya hiqûqî.

Entegrasyona demokratîk, ne lihevanîna yekalî ye û ne jî tevlîbûna bêşert a di nav sazûmaniya heyî de ye. Berovajî vê, divê bibe veguherîneke demokratîk ku cihêrengî nayên înkarkirin, maf têne naskirin û jiyana hevpar li ser bingeha wekheviyê tê avakirin.

Bergîdana siyaseta demokratîk komara demokratîk e, garantiya civaka demokratîk jî hiqûq e. Bêyî garantiyên hiqûqî siyaseta demokratîk mayînde nabe û pêvajoya aştiyê jî nagihîje serkeftinê.

Çareserkirina pirsgirêka Kurd, ji demokratîkbûna Tirkiyê cûda nayê fikirîn. Demokratîkbûna Tirkiyê jî ji derketina îradeyeke siyasî ku jiyana hevpar, wekhev û azad a gelan dabîn dike cûda nîne.

Girîngiya perspektîfa konfederalîzma demokratîk a ji bo Rojhilata Navîn jî li vir e. Çareserî; ne helandina gelan di bin nasnameyeke tenê de ye, ne sînor û cihêrengî dibin çavkaniya pevçûnên nû û ne jî afirandina desthilatdariyeke nû ya dewletparêz e.

Tişta ku îro hewcedarî pê heye ev e: Li şûna siyaseta şer siyaseta demokratîk, li şûna înkarê naskirin, li şûna zorê hiqûq, û li şûna perçebûna civakî jiyana hevpar a azad û wekhev. Ev veguherîn neçar dike ku dewlet û aktorên siyasî berpirsyariyê bigirin ser milên xwe, saziyên demokratîk bêtir werin xurtkirin û civak di derbarê paşeroja xwe de bibe xwedî gotin û biryar.

Dostên ezîz, Ez hêvî dikim ku ev konferans perspektîfa konfederalîzma demokratîk di şert û mercên îro de nîqaş bike û rêyên diyarkirî yên çareseriya demokratîk derxîne holê. Siberoja Rojhilata Navîn ne di şerên nû û peywendiyên nû yên desthilatdariyê de ye, di avakirina civaka demokratîk de ye. Rizgarî di yekitiya azad a gelan de û xurtkirina siyaseta demokratîk de ye.

Divê siyaset bikeve şûna çekan, hiqûq bikeve şûna bêbaweriyê, û wekhevî bikeve şûna înkarê. Rêya aştiya mayînde ev e. Ez konferansa we careke din, bi baweriya xwe ya ji bo aştî û azadiyê slav dikim.

Abdullah Ocalan

Îmrali”

ANHA