Şêniyên Til Temirê: Em ê li hember hemû êrişan parastina bajarê xwe bikin

Endamên komîteyên parastina civakî bi şêniyên Til Temir re bajarê xwe diparêzin û got ew ê li hember êrişan berpirsyariya parastina bajarê xwe bi cih bînin.

Şêniyên Til Temirê: Em ê li hember hemû êrişan parastina bajarê xwe bikin
29 ÇILE, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya banga seferberiyê de komîteyên parastinê yên bajarê Til Temirê cihê xwe di nava parastina bajar de digirin.

Endamên komîteyên parastinê û şêniyên Til Temirê yên parastina bajar dikin, têkildarî êrişên li ser Rojava, nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

Mihemed Nûhî got: “Beşdarbûna seferberiyê berî ku erkeke rêxistinî be, berpirsyariyeke exlaqî ye ku ji me tê xwestin. Em bi xelkê bajarê xwe re derketine parastinê û destûr nadin pirsgirêkên ewlehiyê derkevin. Çi bibe jî em dev ji bajarê xwe bernadin. Em bi hemû pêkhateyên xwe amade ne ku bi QSD`ê re bersiv bidin êrişên li ser herêmê.”

Samir Dawûd jî got: “Şêniyên bajar xwe bi rêxistin kiriye, hemû pêkhateyên Til Temirê bi hev re berpirsyariya parastina bajar hilgirtiye ser milê xwe. Em bi ax û bajarê xwe ve girêdayî ne û çi bibe jî em dev jê bernadin. Divê em hemû bi hev re destekê bidin QSD`ê.”

Dawûd têkildarî propagandaya li ser meydaya dijîtal jî hişyarî da û wiha got: “Çete bi rêya çapemeniya xwe şerekî mezin li hemberî me dikin, ew dixwazin em ji bajarê xwe koçber bibin û herêmên me dagir bikin. Divê ew şerê wan ê ragihandinê bandorê li ser me neke.”

Her wiha Remo Heyder jî got: “Seferberî ne tenê leşkerî ye, ew helwesteke welatperwerî û exlaqî ye. Girêdana gel a bi axa xwe ve û daxwaza wan a jiyaneke birûmet û ewle, misoger dike. Em wek komîteyên parastinê, em ê bi berpirsyarî erka xwe ya parastina bajarê xwe pêk bînin. Em bang li hemû gel dikin ku dest bidin hev û bi hev re berpirsyariya parastina axa xwe rakin. Em dev ji bajarê xwe Til Temirê bernadin. Dema ku çeteyên DAIŞ`ê êrişî me kir me dev ji bajarê xwe berneda û niha jî em li hemberî êrişa çeteyên hikumeta demkî parastina bajarê xwe dikin û bersivê bidin êrişên wan.”

ANHA