Şêniyên Til Temir li bendê ne pirsgirêka avê çareser bibe

Şêniyên Til Temirê got pirsgirêka avê didome, meclisa bajar jî dê li gorî derfetên heyî pêdiviya şêniyan a avê pêk bîne û daxwaz kir ku ji stasyona Elokê avê berdin.

Şêniyên Til Temir li bendê ne pirsgirêka avê çareser bibe
Şêniyên Til Temir li bendê ne pirsgirêka avê çareser bibe
Şêniyên Til Temir li bendê ne pirsgirêka avê çareser bibe
Şêniyên Til Temir li bendê ne pirsgirêka avê çareser bibe
30 hezîran, 2026   03:30
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Şêniyên bajarê Til Temirê anî ziman ku pirsgirêka avê ev bûye zêdetirî 7 salan didome. Bi sedan malbatan zehmetê dikişên û bi taybet di havînê de pirsgirêk hîn mezintir bûye. Ava bîrên Elokê hîna li ser torên avê yên giştî qut e û av biha bûye. Şênî ji ber pirsgirêka aborî û bihabûna madeyên sotemeniyê û madeyên sereke yên jiyanê gelekî zehmetî dibînin.

Ciwanê bi navê Hisên El Şêx Elî got: "Ji bo em pêdiviya xwe ya avê pêk bînin em neçarin avê ji tankên avê bikirin. Ew jî avê biha difiroşin û gelek malbat xizan in, nikarin avê ew qasî biha bikirin. Ji bo em 5 bermîlên avê tijî bikin 50-60 hezar lîreyê Sûriyeyê ji me dixwazin."

Her wiha Nîf El Salih diyar kir ku pirsgirêkê barê şêniyan giran kiriye û wiha lê zêde kir: "Em ji aliyên têkildar dixwazin ku avê ji stastyona Elokê berdin û ev pirsgirêk çareser bibe. Gelek caran hatiye gotin ku dê pirsgirêka stasyona Elokê çareser bibe lê heyanî niha tug av ne avêtine û ev bûye zêdetirî 7 sal pirsgirêka avê heye."

Cîgirê hevserokên Meclisa Bajarê Til Temirê Hesen Oso anî ziman ku ew bi gerînendetiyên têkildar re dicivin û wiha got: "Di destpêkê de em bi rêveberiya sotemenî û veguhastinê re civiyan û ji bo pirsgirêk sivik bibe hinek tedbîr girtin."

Ji bo sedema sereke ya pirsgirêka ava Til Temirê Oso wiha axivî: "Ji ber ava stasyona Elokê li ser me qut kirin, pirsgirêka avê derket. Meclis her tim ji aliyên têkildar dixwaze ku ava Elokê berdin û pirsgirêka avê çareser bibe. Ji bo barê şêniyan sivik bibe û avê biha nekirin, dê komîteya sotemeniyê mazotê li xwediyên tankên avê belav bike."

Pirsgirêka avê Til Temirê didome û şênî ev bi salan e li bendê ne ku ava stasyona Elokê berdin û pirsgirêk çareser bibe.

(np)

ANHA