Cotkar gazinan dikin, rêveberiya embara genim a Girziyaret sedem diyar kirin

Li embara genim a Girziyaret ji bo ku cotkar genimê xwe radest bikin, bi rojan dimînin. Cotkar ji ber şêwaza wergirtinê gazinan dikin. Rêveberiya embarê jî diyar dike ku ji ber ku cotkar di dema xwe de ne amade ne, pirsgirêk derdikeve.

Cotkar gazinan dikin, rêveberiya embara genim a Girziyaret sedem diyar kirin
Cotkar gazinan dikin, rêveberiya embara genim a Girziyaret sedem diyar kirin
Cotkar gazinan dikin, rêveberiya embara genim a Girziyaret sedem diyar kirin
Cotkar gazinan dikin, rêveberiya embara genim a Girziyaret sedem diyar kirin
Cotkar gazinan dikin, rêveberiya embara genim a Girziyaret sedem diyar kirin
30 hezîran, 2026   04:20
QAMIŞLO
KÎNAN El SEYID

Cotkarên li herêmên Cizîrê ji ber derengmayîna wergirtina genim ku ji ber mekanîzmaya nû ya elektronîk ku ji hêla hikumeta demkî ve tê bikaranîn, bi gazinc in. Cotkaran diyar kir ku ji ber bendemayîna kamyonan li ber depoyên genim, pereyên zêde didin ku her roj 50 dolarî didin.

Di vê derbarê de cotkarê bi navê Mihemed Ferho da zanîn ku ew ji ber makanîzmaya wergirtina genim, ew zehmetiyên mezin dikişînin. Ji ber nebûna patozan an jî dereng digihêjin cem wan, ev dihêle ku dora wan a ku di lîsteya platformê de hatiye danîn ji destê wan biçe.

Ferho got: “Diviyabû me ji 10 rojan ve genimê xwe radest kiriba, lê patoz nû beriya 2 rojan gihaşt zeviyê me. Ji ber em di dema navê me hatiye nivîsandin, negihaştin depoya genim, niha em neçar in berê xwe bidin rêveberiya depoya genim û li benda wan bimînin ku ji me bigirin.”

Ferho daxwaz ji hikumeta demkî kir ku rewşa cotkaran li ber çavan bigire û destnîşan kir ku bilindkirina bihayê mazotê hişt ku patoz kêm bibin û xebatê wan dereng bê xistin. Vî hişt ku bandoreke neyînî li dema çinîn û wergirtina genim bibe.

Cotkarê bi navê Casim Hisên diyar kir ku diviyabû wî 21`ê Hezîranê genimê xwe radestî depoyê bikira, lê ji ber patoz xerab bû, ew 3 roj dereng ma, dema gihaşt depoya genim jî li gorî platformê navê wî hatibû derbas kirin.

Casim Hisên da zanîn ku ji ber derengmayînê ew neçar dimînin rojane 50 dolarî bidin xwediyê kamyonan, banga wan jî ew e ku pêwîst e hikumeta demkî bi taybet cotkarên herêmên Cizîrê ku bi awayekî sereke xebatê çandiniyê dikin, qerebo bikin, piştgiriya hikumetê ji bo cotkaran pêwîstiyek e.

Endamê Rêveberiya Embara Genim a Girziyaret Şivan Delî ji ajansa me re diyar kir ku yek ji pirsgirêkên ku bi cotkaran re derdikeve ew e xerabbûna patozan e, ev dihêle ku di demên xwe yên ku li gorî platformê hatiye qedkirin de ne amade bin.

Şivan Delî da zanîn ku platform dihêle ku makanîzmaya wergirtina genim bi awayekî birêxistinkirî pêk were, lê dema ku cotkar di demên wan ên ku hatine qeydkirin de ne amade bin, ew neçar dimînin ku genimê cotkarê li pey wan wergire. Paşê piştî ku ew lîsteya xwe ya rojane ya wergirtinê bi dawî dikin, wekî rewşeke îstîsna genimê cotkaran ê ku dereng maye werdigirin.

Şivan Delî destnîşan kir ku rojane ew derdora 2 hezar ton genim werdigire, cotkar hene zeviyên xwe çinîne, lê ew li bendê ne dema wan a wergirtinê were.

Delî diyar kir ku bi taybet ji ber cotkar gelek pereyan ji bo kamyonan didin, heta ku hêza wan a depokirinê heye, ew ê genimê hemû cotkaran wergirin. Kedkarên embarê li gorî tişta ji dest wan tê alîkariya hemûyan dikin.

Şivan Delî da zanîn ku hêviya wan heye pirsgirêkên ku îsal derdikevin di sala bê de çareserkirî bin. Ev platform qelebalixa zêde ji holê radike û pêvajoya wergirtina genim bi rêxistin dike.

(sb)

ANHA