Şêniyên Dirbêsiyê gazincan ji bihabûna kel û pelan dikin

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê gazincan ji bihabûna kel û pelan dikin û daxwaz ji aliyên têkildar kir ku buhayan daxin.

Şêniyên Dirbêsiyê gazincan ji bihabûna kel û pelan dikin
Şêniyên Dirbêsiyê gazincan ji bihabûna kel û pelan dikin
Şêniyên Dirbêsiyê gazincan ji bihabûna kel û pelan dikin
Şêniyên Dirbêsiyê gazincan ji bihabûna kel û pelan dikin
30 hezîran, 2026   07:41
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê bêzariya xwe li hember bihabûna kel û pelan anî ziman û got mûçeyên wan têrê nakin û bêkarî heye. 

Ehmed Yûsiv got: "Buhayê kel û pelan ne sabit e û her tim tê guhertin. Şênî û xwediyên dikanan jî ji ber vê yekê zehmetê dibînin. Piştî ku mazot biha bû raste rast bandora xwe li ser bazarê kir û kel û pel jî biha bûn. Şênî nema dikarin tedawiya xwe bikin û ji xwe mûçeyê karmendan têra wan nake."

Mihemed Silêman anî ziman ku pirsgirêka aborî li herêmê û Sûriyeyê mezin dibe û wiha pê de çû: "Mûçe gelekî kêm in û têra me nake. Piştî ku mazot û gumrik biha bûn em nema dikarin biçin û werin, kirêya erebeyan zêde bûye. Jixwe kel û pel jî gelekî biha bûne. Malbatên ku di mehekê de 200 dolar xerc dikirin, niha 400 dolar têra wan nake. Malbatên ku gelek zarokên wan dixebitin ew jî nema dikarin debara jiyana xwe bikin."

Her wiha Mehmûd Îso diyar kir ku gelek welatî bi saetan dixebitin lê nikarin debara jiyana xwe bikin û got her tişt biha bûye.

Osman Hac Nayîf jî got: "Buhayê nan ji 2 hezar lîre bûye 3 hezar lîre û zeyt, şeker, sebze û fêkî jî biha bûne. Em bang li aliyên têkildar dikin ku barê welatiyan sivik bikin. Bi taybet karker gelekî diwestin û heke kar peyda bikin dibe ku 50 hezar lîre derxin."

Osman Mamo anî ziman ku cotkar ji ber bihabûna mazotê û pêdiviyên çandiniyê gelekî zehmetê dibînin û wiha got: "Em jî nema dikarin ji xwe re cilan bikirin. Jixwe bêkarî jî heye û rewşa aborî ya xelkê ne baş e. Gelek ciwan koçber dibin, ji bo kar ji xwe re peyda bikin û aram bijîn. Heke pirsgirêka aborî neyê çareserkirin, dê gelek şênî berê xwe bidin koçberiyê. Em ji aliyê têkildar dixwazin ku pirsgirêka aborî çareser bikin û mûçeyên karmend û karkeran zêde bikin."

(np)

ANHA